Li Elmanya, Awûstralya û Îngilîstanê çalakiyên ji bo Efrînê

Kurdistanî li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê û li bajarê Sheffîeld ê Îngilîstanê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.

Kurdistanî li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê û li bajarê Sheffîeld ê Îngilîstanê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.

SYDNEY: Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê li meydana Town Hallê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Bi navê komîteya amadekar Brûsk Aîverî daxuyanî da û got, "Em dewleta Tirk û yên destûra vê êrîşê dane bi tundî şermezar dikin." Nûnerê KNK'ê yê Sydneyê Îsmet Taştan jî mirovên di êrîşê de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, "Îro roja yekîtiya neteweyî ye. Çawa ku em bi ruhê Kobanê bi ser ket îro jî bi wî ruhî divê em Efrînê ji êrîşan biparêzin."

HÎLDESHEÎM: Li bajarê Hîldesheîmê yê Elmanyayê bi şiyara "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" meş û mîtîngek hate lidarxistin. Hevseroka NCDK'ê ya Hîldesheîmê Hayat Donma li vir axivî û got, "Gelê Kurd wê mîna Kobanê li Efrînê jî bi berxwedanê bi ser bikeve. Gelê Efrînê bi tenê nîne. Weke Kurdistaniyên li Ewropayê em ê li ber xwe bidin."

SHEFFÎELD: Li bajarê Sheffîeld ê Îngilîstanê ji bo xwedîderketina li Efrînê çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan belavok belav kirin û dewleta Tirk şermezar kirin.