Li Elmanya 5’ê Tebaxê çalakiyên Şengalê

NAV-DEM 5’ê Tebaxê ji bo Şengalê çalakiyan li dar dixe. Banga tevlêbûna li çalakiyan kir.

NAV-DEM 5’ê Tebaxê li gelek deverên Elmanyayê di salvgera Qirkirina Şengalê de wê çalakiyan li dar bixe.

‘DI HEMAN DEMÊ DE QIRKIRINA JINÊ YE’

NAV-DEM derbarê mijarê wiha got:

‘’3’yê Tebaxa 2017’an sêyemîn salvgera êrîşa qirkirinê ya bi ser Êzîdiyên Şengalê de ye ku bi destê DAIŞ’ê hatiye kirin. Êrîşên ku 3’yê Tebaxa 2014’an dest pê kirin tenê rê li ber bobeletên mirovî venekiriye, her wiha armanc dikir ku civaka Êzîdî tine bike. Ji bo vê armanca xwe pêk bînin jî di êrîşan de bi rengekî sîstematîk jin dane ber xwe. Ji bo vê jî qirkirina li dijî Êzîdiyan di heman demê de qirkirina jinê ye jî.

3’yê Tebaxa 2014’an raya giştî ya cîhanê bû şahid ku bi destê DAIŞ’ê hate xwestin ku Civaka Êzîdî ya ku xwedî baweriya herî qedîm e, were tinekirin. Piştî ku pêşmergeyên bi ser PDK’ê ve ji Şengalê vekişiyan û mirovên li vir bê parastin hiştin ji bo civaka Êzîdî trajediya kezebşewat dest pê kir. Tecawiz, êşkence, bê cih û warkirin, kolekirina jin û zarokên keç ên bi rengî xenîmetê, bi zorê leşkerîpêkirina bi zarokan û komkujiyên sîstematîk. Li gorî hijmarên ne fermî di nav çarçoweya êrîşên DAIŞ’ê yên bi ser Şengalê de ji 5 hezaran zêdetir jin û zarok hatin desteserkirin û li bazarên koleyan hatin firotin.

Ji bo vê jî em bang li jinên dinyayê dikin ku 3’yê Tebaxê ya îsal weke Roja Çalakiya Navnetewî ya li dijî Qirkirina Jinê bibînin, bi çalakî û bernameyên îro balê bikişînin ser jinên Şengalê yên ku hatine desteserkirin, kolekirin û kuştin. Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Elmanyayê YJK-E li derveyî welat 03.08.2017’an û dawiya heftiyê 05.08.2017’an wê hin çalakiyên şermezariyê û bernameyan pêk bîne û dengê jinên Êzîdî bilind bike.

‘EM BI RENGÊ HERÎ XURT TEVLÊ BIBIN’

Ji bo parastina nirxên pîroz ê Êzîdxanê li Şengal wê xweseriya demokratîk ava bike.  Wê, wê dîroka ku ji xweliyên komkujiyê xwe afirandî binivîsîne û ji niha û pê de ne fermanan wê xwerêveberiyê û xweparastinê binivîsîne. Ji bo vê jî em bang dikin ku her kes bi giyanê yekîtiya netewî tevlî wan meş û mîtîngên bi pêşengiya Nav-Yek’ê bibin ku 5’ê Tebaxa 2017’an wê li Elmanya pêk werin.’’

BERNAMEYA ÇALAKIYÊ

5’ê Tebaxa 2017’an, Meş û Mîtîng
Seat 14.00 Rathaus/ Bielefeld
Seat 15.00 Kirchplatz/Gießen
Seat 15.00 Sielwall (Ziegenmarkt)/ Bremen
Seat 13.00 Neuesrathaus/ Celle
Seat 12:30 Li navenda bajêr a Kleve (Li pêş Deutsche Bank)
Seat 17.00 Alexander Platz / Berlîn