Li Efxanîstanê pevçûnên dijwar
Li Efxanîstanê pevçûnên dijwar
Li Efxanîstanê pevçûnên dijwar
Li wilayeta Faryab ya bakurê Efxanîstanê di navbera hêzên Talîban û Efxanan de pevçûnên ku derketin de herî kêm 13 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên artêşa Efxanê Muhammed Reza Reza ragihand ku pevçûnên Faryab li herêma navçeya Almar a Guyla Reş çêbûne.
Di pevçûnan de 7 Talîban, 3 leşker û 3 sivîl, bi giştî 13 kes hatine kuştin û li gorî rayedarên artêşê ji herdu aliyan 15 kes birîndar bûne.
Reza diyar kir ku di nava yên hatine kuştin de ji fermandarên giring yên Talîbanan 4 heb di navde hene. Milîtanên din jî bi wergirtina cilên jinan û girêdana kefiyan ji herêmê revîne.
Berdevkê Talîban Qari Yusuf Ahmedî ragihand ku di pevçûnê de 23 leşker kuştine, 35 jî birîndar kirine û 8 tanqên zirxî ji aliyê milîtanan ve hatine şewitan din.
Ahmedî anî ziman ku di êrişê de 2 milîtan hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne û di pevçûna de ji gelê herêmê 13 kes hatine kuştin.