Li Edeneyê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin

Li Edeneyê, zarok jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê di çarçoveya konsepta şer de ji nû ve daye destpêkirin, her roj dewam dikin.

Li navçeya Edene Seyhanê, polîsan danê sibehê bi maşînên zirxî dor li Taxa Kuçukdîkîlî girtin. Li dû vê dorpêçê, polîsan avêtin ser gelek malan û zarok jî di nav de herî kêm 10 kes girtin binçavan. Ji binçavkiriyan zarok şandin Şaxê Zarokan ê Edeneyê, welatiyên din jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.