Li Duzceyê erd hejiya: 46 kes birîndar bûn -NÛ BÛ
Li gorî agahiyên destpêkê, li Duzceyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya. Herî kêm 46 kes birîndar bûn ku rewşa yekî jê giran e.
Li gorî agahiyên destpêkê, li Duzceyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya. Herî kêm 46 kes birîndar bûn ku rewşa yekî jê giran e.
Erdhej li Saridere û Golyaka yên Duzceyê rû da. Li gorî Rasatxaneya Kandîllî, erdhej saet di 04:08 a bi dema herêmî, bi mezinahiya 6.0 pileyî bi 10.6 kîlometreyî li binê erdê qewimî.
Di serî de Duzce, bajarên Bolû, Enqere, Eskîşehîr, Kutahya, Bûrsa, Kocaelî, Stenbol û Edîrne bi erdhejê hesiyan.
Ji ber erdhejê 46 kes birîndar bûn, ku rewşa yekî jê giran e.