Li dû otopsiyê tiyê wê yê bersûc hat girtin
Li dû otopsiyê tiyê wê yê bersûc hat girtin
Li dû otopsiyê tiyê wê yê bersûc hat girtin
Li gundê Dirikê yê girêdayî navçeya Bismilê Zeynep Taş ya du canî ku duh bi îdaiya ji ‘banda ketiye’ hate rakirina nexweşxaneyê, li gorî otopsiyê, hatiye derb kirin û hewl hatiye dayîn were fetisandin. Li ser vê yekê tiyê wê Mehmet Taş hat giritin û birin girtîgehê.
Li gorî agahiyên ku bi dest ketîn, li gundê Dirikê yê girêdayî navçeya Bismilê, Zeyneb Taş a dayika du zarokan û 9 mehe ducaniye, bi îdiaya xizmên wê ya ku ji ‘bande ketiye’ hate rakirina Nexweşxaneya Dewletê a Bismil. Li vir li rexmê hemû hewildanên ku hatine kirin nekarîn jina ciwan rizgar bikin, zarokê di rehma wê de bi sezaryenê hate girtin.
Cenazeyê dayik Zeynep Taş dema ku ji bo otopsî hate rakirina Saziya Tiba Edliya Amedê, tiyê wê Mehmet Taş yê ku bi gûman bû hate binçav kirin.
Piştî di otopsiyê de di laşê Zeynep Taş de şopên derbê û şidandinên di qirikê de hatin dîtin, Mehmet Taşê yê ku di binçavan de bû bi sucê ‘kûştinê’ hate girtin.