Li Dortmûndê kongreya Dergeha Elewiyan pêk hat

Li Dortmûndê kongreya Dergeha Elewiyan pêk hat

Li bajarê Elmanya Dortmûndê 14. Kongreya Dergeha Elewiyan (DAKME) pêk hat.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di komkujiyên Elewiyan de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Kongre bi xwendina Gulbang a ji aliyê Pîr Welî ve dewam kir û piştre Hevserokê FEDA'yê Alî Koyluce peyivî.

Koyluce têkoşîna li Rojhilata Navîn di navbera serdest û bindestan de tê meşandin şiband têkoşîna xeta Mûaviye û Kerbela û destnîşan kir ku divê Elewî îro di eniya berxwedanê de cihê xwe bigirin. Koyluce ragihand ku di roja îro de li dijî Elewiyan polîtîkayeke asîmîlasyonê ya rêkûpêk tê meşandin û anî ziman ku pêwîste hemû Elewî li dijî projeya mizgeft-malên cem, derkevin.

Koyluce da xuyakirin ku Elewî bi xwe dixwazin biryarê bidin ka çawa bijîn û destnîşan kir ku heta baweriyên xwe azad bikin ewê têbikoşin.

Li dû axaftina Koyluce rêveberiya nû ya Dergehê hat hilbijartin.