Li Dîktatorê berê 80 sal cezayê girtinê

Li Dîktatorê berê 80 sal cezayê girtinê

Li Gûatemala’yê li dîktatorê berê Jose Efrain Rios Montt, ji ber qirkirina li dijî şêniyên Maya kiribû, 80 sal cezaye girtîgehê hat birrîn.

Doza li dadgehea herêmê ya li paytext Gûatemala’ye, biryar da ku Montt li dijî mirovahiyê sûc kiriye û 80 sal cezayê girtîgehê lê birrî.

Bi vê biryarê re, Montt ê 86 salî bû yekemîn serokdewlet ku li welatê xwe ji ber gunehê qirkirinê ceza xwariye.

Montt, li dû darbeya leşkerî, di dema rêveberiya xwe navbera salên 1982-83’an de bi kuştina zêdeyî 1700 kesî, koçberkirina bi dehhezaran Maya’yî, destavêtin û êşkencê dihat sûcdarkirin.

Li dû biryara cezakirinê, li nava xizmên qurmanan kêfxweşî rû da.

Dîktatorê berê îddîayên der heqê xwe de red kir û doz weke “şova siyasî” bi nav kir û diyar kir, ku ewê serî li temyizê bide.

Di vê navberê de, rayedarê îstixbarata leşkerî ya wê demê Mauricio Rodriguez Sanchez ku di heman dozê de derket pêşberî dadgeriyê, beraat kir.