Li dijî RONAHÎ TV êrişa hêzên tarî

Li dijî RONAHÎ TV êrişa hêzên tarî

Rêveberiya Televîzyona RONAHÎ TV da zanîn ku hêzên tarî sînyalê davêjin ser weşana televîzyona wan a li herêma Rojhilata Navîn û di encamê de weşan li vê herêmê carna qut dibe. Rêveberiyê diyar kir ku armanca wan hêzan ewe ku rastiya herêmê ku bi rêya RONAHÎ TV re tê weşandin tarî bikin.

Bi daxuyaniyekê rêveberiya RONAHÎ TV diyar kir ku hin hêzên tarî sînyalê davêjin ser weşana televîzyona wan ya herêma Rojhilata Navîn û hate gotin ku beriya çend rojan hêzên tarî sînyal avêtin ser weşana RONAHÎ TV ya li herêma Rojhilata Navîn û di encamê de weşana televîzyona wan li herêma Rojhilata Navîn carna qut dibû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku sînyal hîn li ser weşanê heye.

Hate destnîşan kirin ku hêzên tarî sînyalê davêjin ser weşana televîzyona wan a li Rojhilata Navîn, dixwazin rastiya di herêmên Rojavayê Kurdistanê û Suriyê de tarî bikin.

Di dewama daxuyaniyê de rêvebiriya RONAHÎ TV avêtina sînyalê li ser weşana televîzyona wan şermezar kir û ji temaşevanan re hate gotin ku dê rastî û ronahiya cîhanê û herêmê biweşînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandin ku êrîşên hêzên tarî li ser weşana RONAHÎ TV çêbibe jî dê bûyeran bişopîne û rastiyan ji temaşevanên xwe re rabigehîne û pîlanên li dijî vîn û azadiya gelê Rojhilata Navîn eşkere bike.