Li dijî nêzîkbûna li hev a DYA-Rûsya, gavên nû yên Tirkiyeyê
Gavên nû yên di demên dawî de hatin avêtin, nîqaş û daxuyaniyên ji mesajên cidî nîşan didin ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe.
Gavên nû yên di demên dawî de hatin avêtin, nîqaş û daxuyaniyên ji mesajên cidî nîşan didin ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandibû ku wan alîkariya ji bo komên çekdar qut kirine û Rûsyayê jî işaretên bicihbûna li Îdlibê dabû. Tirkiye jî bi jinûve dîzaynkirina çeteyên xwe hewl dide bi komên nû gavan bavêje. Berdana çeteyên payebilind ên DAIŞ'ê li Dîlokê nîşan dide, şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçin.
GELO NAKOKIYA BINGEHÎN A NAVBERA DYA Û RÛSYAYÊ JI HOLÊ RADIBE?
Kêm maye şerê navxweyî yê li Sûriyeyê sala şeşan li pey xwe bihêle. Yek ji sedemên dewamkirina şerê navxweyî, têkoşîna serweriyê ya DYA, Rûsya, Îran, Tirkiye û hêzên din ên herêmê ye. Ji ber vê yekê, komên nêzî her hêzê ya jî piştgiriyê ji hêzên navborî digirin, bûn sedem ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê demdirêj û bi xwîn be.
Tirkiyeyê piştgirî da koma El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê, Ehrar El Şam a ji aliyê Biratiya Misilman ve hate avakirin, Lîva Tevhîd, Artêşa Îslamê, Ehrar Sûriye, Lîva Farûk û komên ku bi xwe ava kir Fatîh Sûltan Mehmet, Sûltan Mûrad, Neviyên Kanûnî, Yavûz Selîm, Sûltan Abdulhamît, Semarkant, Asîfet Şîmal, Lîva El Hemze, Ketayîb Baz, komên Tirkmen û komên Azadî, Selahattîn û Yûsûf El Hamza yên ji aliyê nokerên Kurd ve hatin avakirin. Ev komên navborî li herêmên Helebê bi taybetî li herêmên Kurdan hatin bikaranîn. Bi vî rengî kir ku şerê navxweyî hê sor û bi xwîn bibe.
Tirkiyeyê ev komên navborî bi navê komên artêşa azad pêşkêşî DYA kir û alîkariya ji bo çek, cebilxane û lojîstîkê ji bo van koman organîze kir. Projeya perwerde bike-bi çek bike bi DYA da qebûlkirin sala 2013'an bi navê Tumena 30. çend dewreyên perwerdeyê li Dîlok, Kîlîs û xeta ser sînorê Sûriyeyê da kirin. Yên ku perwerde dîtin, çawa ku derbasî nava axa Sûriyeyê bûn yekser tevlî DAIŞ'ê ya jî Nûsrayê bûn. Li vê derê, li gorî fermanên Tirkiyeyê tevgeriyan. Lewma projeya perwerde bike-bi çek bike di demeke kurt de qediya.
Destpêka sala 2015'an, piştî ku Nûsrayê bajarê Îdlibê bi dest xist, eşkere kir ku Eniya Şamê ya bi serkêşiya Ehrar Şam ji nava vê komê avêtiye û bi vî rengî ji bo tesfiye bike avêt ber Nûsrayê. Kom di demeke kin de tesfiye bû. DYA alîkariya ji bo çek û cebilxaneyan a ji bo van koman di ser Tirkiyeyê re dewam kir.
Alîkariya ji bo komên di nava operasyona dagirkirina Şehbayê ya bi navê 'Mertala Firatê' de cih digirin jî, dewam kir. Ev yek ji mikurhatinên ji berdevkên operasyona dagirkeriyê ya 'Mertala Firatê' MahMût Xelo yê ji Qibbesînê hate fêhmkirin, ku bi navê Ebû Hamza ji koma Lîva El Hamza li xwe mikur hat.
CIHÊ RÛSYAYÊ
Li hemberî vê yekê Rûsyayê ji bejahî, hewayî û deryayî ve destek da artêşa Sûriyeyê û kir ku rejîma Baasê ya Sûriyeyê li ser piyan bimîne. Tevî vê yekê bi her awayî piştgirî da Dîfaa Watanî ya li Qamişlo, Mukanneyîn a li Hesekê û hêzên Nemr ên bi fermandariya Suyehl Hesen ê li dora Helebê, ji bo şer bikin. Her wiha dem bi dem têkilî bi hêzên Îranê û Hîzbûllahê yên li Sûriyeyê re têkilî danî.
Rûsyayê ji aliyekî ve ev kir, li aliyê din jî hewl da komên li Sûriyeyê weke komên terorîst nîşan bide. Rûsyayê bi civîna Kanûna 2016'an a bi Tirkiye û Îranê re, bingeha vê hewldanê danî. Armanca bingehîn a civînên Astanayê ku piştî civîna bilind a Moskowayê biryara lidarxistina wê hate dayin û heta niha 5 caran pêk hatiye, nîşandana hemû koman weke komên terorîst bû. Rûsyayê ev nêzîkatiya xwe bi Îran û Tirkiyeyê da qebûlkirin, ku ev dewletên navborî li ser navê koman tevlî civîna Astanayê bûn. Rûsyayê xwest vê biryara xwe ya bi Tirkiye û Îranê daye qebûlkirin bigihîne qada navneteweyî. Armanca bingehîn a civînên Cenevreyê û yên din ev bû. Lê belê heta ku DYA piştgiriya xwe ya ji bo van koman qut nekiribûya, zehmet bû ev biryar derketibûya. Ji xwe rewş heta roja îro bi vî rengî bû. Ji ber vê yekê, ev yek ji mijarên sereke yên krîza navbera DYA û Rûsyayê ya li ser Sûriyeyê bû. Ji ber ku komên ku Rûsyayê weke terorîst didît DYA bi wî rengî nedidît û piştgirî dida. Ji ber vê yekê nakokiyên navbera DYA û Rûsyayê dewam kirin.
Rûsyayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG û YPJ pêşengiya wan dike, li derveyî van koman hişt. Ji ber vê yekê bi qismî jî be li Heleb, Efrîn û derdora Kobanê têkilî pê re danî û hevdîtin kir.
DYA beriya niha bi awayekî fermî alîkariya çek û cebilxaneyan da Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Ev yek bi biryarên fermî kir. Trûmp, çend roj beriya destpêkirina pêngava rizgarkirina navenda bajar^Reqayê, biryarnameya ji bo dayina çekan ji YPG'ê re îmze kir. Pêngava Reqayê dest pê kir û gihîşt heta qonaxekê. Tirkiye ji bo pêşî li vê pêngavê bigire ji bo dagirkirina Efrîn û Şehbayê bi Rûsyayê re hin peyman kir. Rûsyayê dît ku Efrîn û Şehba Heleb e û Tirkiye bi rêya vê yekê hesabên nû li ser Helebê dike û piştî helewsta Kurdan peymanên li ser dagirkirina Şehba û Efrînê kir, xera kir.
Lê belê nakokiyên ji ber Reqa û Tebqayê bi DYA re dijî, ji nû ve kûr bûn. Û bêguman hevdîtin di vê dema nakokiyên giran de jî dewam kirin. Piştî hevdîtinên dawî DYA bi daxuyaniyeke cidî ragihand ku wê êdî alîkariyê nede komên çekdar ên li Sûriyeyê. DYA beriya niha jî ji bo hin deman alîkariya ji bo van koman birrî bû. Lê belê cara yekemîn bi daxuyaniyeke fermî eşkere kir ku wê êdî alîkariyê nede van koman.
Ev daxuyanî nîşan dide, ku di mijara komên navborî de bi Rûsyayê re li hev kirine. Bêguman yek ji sedemên vê peymanê jî pêngava Îranê ye ku bi destê Heşdî Şabî di ser Iraqê re gefê li Dêra Zor dixwe. Sedema din jî ew e ku di destwerdana DYA ya bi rêya Qatarê li dijî Îranê kir de, hişt ku Rûsya bê alî bimîne. Ji bo sedema sêyemîn jî mirov dikarin weke hewldana çareseriyeke hevpar a pirsgirêka Sûriyeyê destnîşan bikin
ÇARESERIYA HEVPAR WÊ ÇAWA BE?
Ev nêzîkbûna li hev a DYA û Rûsyayê û hewldana ji bo çareseriya hevpar, pirsa 'baş e wê çareseriya hevpar çawa be?' xist hişê mirovan. Bersiva ji bo vê pirsê jî dîsa ji daxuyaniyan derdikeve holê. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, "Çareseriya li Sûriyeyê bêyî Kurdan nabe, bi naskirina mafên Kurdan dibe." Destnîşan kir ku divê li hemû platformên ji bo çareseriyê, Kurd hebin. Di daxuyaniya Lavrov a li ser Kurdan de çareseriya bi modela federasyonê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi şoreşa Rojava pêşkêş kiriye, vedihewîne nava xwe. Ji xwe di vî warî de beriya niha bi Rûsyayê re hevdîtin hatibûn kirin. Rûsyayê hewl da bû vê modela çareseriyê bi rejîma Baas a Sûriyeyê bide qebûlkirin. Dibe ku xwestiye nîşan bide ku hewl dide bide qebûlkirin. Lewma heta roja îro dewam kir.
Li aliyê DYA jî, ji daxuyaniyan wêdetir bi karê di pratîkê de tên meşandin, nîşan dide ku destekê dide vê modelê. Herî dawî fermandarê hêzên koalîsyonê yê li Sûriyeyê serdana Meclîsa Sivîl a Reqayê kir û eşkere kir ku 73 welatên di nava koalîsyonê de cih digirin, li pişt meclîsê ne. Vê yekê nîşan da ku piştgiriyeke vekirî didin modela çareseriyê ya federasyonê. Piştî van daxuyaniyan Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dest bi karê destûra bingehîn kir û dema pêkhatina hilbiljartinê eşkere kir. Ev yek nîşan did eku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji hevdîtinên nû û nîqaşên nû re amade ye. Ji ber vê yekê, nîqaşên di vî warî de wê di rojên pêş de zêdetir bibin.
Gavên Tirkiyeyê yên li hemberî vê yekê...
Tirkiye jî ji bo cihê xwe di nava nîqaşên navbera DYA û Rûsyayê de bigire û plana çareseriyeke gengaz a navbera her du hêzan bigire, dest bi avêtina gavan kir. 37 endamên payebilind ên DAIŞ'ê yên li Dîlokê girtî bûn serbest berda. Bi vî rengî nîşan dide ku dixwaze DAIŞ'ê ji nû ve çalak bike û di ser vê yekê re planan dike.
Li aiyê idn, desteka di ser xeta sînor a Hatayê re dide El Qaîdeyê, aliyekî vê pêngavê ye. Ku nûnerê taybet ê Trûmp ê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGûrk bi vê daxuyaniya xwe bal kişand ser pêngava nû ya Tirkiyeyê: "Tirkiye di ser sînorê Hatayê re piştgiriyê dide El Qaîdeyê. Pêwîste ev mijar bi Tirkiyeyê re were axaftin."
Her wiha dixwaze koma bi navê Kanûnî Sûltan Suleyman bîne ser komên hewl dide ji nû ve dîzayn bike. Nokerê Kurd Osman Recep ê ji Babê, ku demeke dirêj aamde kiriye, daniye ser vê komê. Li Dîlokê jî ji xwe re navendek vekiriye. Komên ji Turkîstan a rojhilat û Kafkasan aniye li Ezazê li hev civandiye û navekî nû li wan kiriye.
Ev hewldanên Tirkiyeyê bi ser nakevin. Nêzîkbûna li hev a DYA û Rûsyayê ji bo çareseriyê û dawîanîna şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, sparteya dawî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê jî ji holê radike. Lewma gava ku Tirkiye dixwaze bavêje, wê lê vegere û Erdogan û AKP wê derba herî giran û kujer ji vê lîstika xwe ya bi rêya çeteyan dilîze, bixwin.