Li dijî meşa protestokirina dîwarê şermê belavok

Li dijî meşa protestokirina dîwarê şermê belavok

Serokatiya BDP’a Amedê, ji bo meşa ku dê di 7’ê mijdarê de pêk were belavok belavkirin.

Beriya ku belavok bên belavkirin, li ber Mizgefta Mezin daxuyaniyek hat dayîn û hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, cigirê wê Eşref Memedoglu, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş û gelek kes tevli bûn.

Eşref Memedoglu di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku  di 7’ê mijdarê de berbi Nisêbînê re li dijî dîwarê şermê dê meşekê pêk bînin. Memedoglu got ew ji bo gelê xwe agahdar bikin û piştgiriyê bidin wan dê belavokan belav bikin û got ew dê bi meşê biçin Nisêbînê û heta dîwarê wir hilneweşînin dê neyên.

Piştî daxuayniya hat dayîn BDP’iyan li navçeya Sûrê belavok belavkirin.