'Li dijî AKP'ê em ê bi HDP'ê re têbikoşin'

Saziya Kongreya Gel a Mezopotamyayê destnîşan kir ku li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariyê wê bi HDP'ê re têbikoşin.

Kongreya Gel a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî da û operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê şermezar kir. Di daxuyaniyê de işaret bi kûrbûna krîza aboriyê ya li Tirikyeyê hate kirin û hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP a ku piştgiriya gel ji dest dide, hîn bêtir êrişî Kurdan û hêzên demokrasiyê dike. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyonên qirkirina siyasî yên heyî dewama operasyonên beriya niha ye û hate gotin, "Ev desthilatdariya faşîst ku nikare xwe li serketina HDP'ê rabigire, zane ku hêza di hilbijartinên dawî yên şaredariyê de pê da windakirin, HDP û gelê Kurd e. Lewma ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd hemû derfetên xwe bi kar tîne.

Operasyonan dike, komkujiyan dike, digire, êşkenceyê dike, mirovan direvîne, bi kurtasî bi her awayî kiryarên li dijî mirovahiyê dike. Her çend hewl da ku kirasê bûyerên Kobanê li van operasyonan bike jî kesî jê bawer nekir. Operasyona têkildarî çalakiyên Kobanê ku beriya 6 salan bi mafdarî hatibûn li darxistin, çima niha tê kirin? Ji ber ku AKP'ê îradeya xwe bi temamî radestî MHP a faşîst, nijadperest û kujer kiriye. 'Tifaqa cûmhûr' ku tevî Devlet Bahçelî yê faşîst çêkirine, roj bi roj piştgiriya ji gel winda dike. Baş zanin ku ya bi wan dide windakirin jî HDP ye. Ev operasyon operasyoneke siyasî ye, ya tolhildanê ye."

'DESTHILATDARIYA AKP'Ê WÊ ROJEKÊ TEQEZ HESAB BIDE'

Ji ber van kiryarên faşîst û nehiqûqî wê desthilatdariya AKP'ê rojekê teqez hesab bide û hate gotin, "Koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê divê vê ji bîr neke, HDP partiya gelên Tirkiyeyê ye. Yekîtiya gelan a ku bi Kongreya Demokratîk a Gelan hate destpêkirin, ji aliyê her kesî ve hate pejirandin. Hûn çiqasî zextê bikin jî hûn ê nikaribin vê yekîtiyê têk bibin.

Mîna doh wê îro û sibe jî gel bi partiyên bi xurt derkevin pêşiya we û hesabê van kiryarên we teqez bipirsin. Hûn ê teqez bên darizandin. Kongreya Gel a Mezopotamyayê ku saziyeke gelê Asûr-Suryan e, wê tevî HDP'ê heta têkbirina desthilatdariya we ya faşîst mil bi mil têbikoşe."