Li Dêrsimê ji ber barîna berfa dijwar rê hatin girtin. Ji ber girtina rê serdana Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak ya bo Dêrsimê hate betalkirin.
Navenda Giştî ya BDP’ê bi daxuyaniyeê aşkere kir ku ji ber barîna berfa zêde serdana Kişanak ya bo Dêrsimê ku dê tevlî civînên gel bibûya, hatiye betalkirin.
Li Dêrsimê di encama operasyonên 11’ê berfanbarê de di bin navê KCK’ê de pêk hatin, polîsan bi ser Navneda BDP’ya Dêrsimê, navçeyên Qisle û Peretkê de girt û ji 15 kesên binçav kiribûn, 13 kes hatibûn girtin.