Li Denîzliyê ahenga aştiyê
Li Denîzliyê ahenga aştiyê
Li Denîzliyê ahenga aştiyê
Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Denîzliyê bi şîara “Ji bo Aştî û Azadiyek birûmet dest bi dest û dil bi dil” li Şanoya Dervekirî ya Denîzliyê ahengek hate pêkanîn.
Di ahengê de Serokê BDP’a Bajar Mehmet Tahirkaya, Endamê MP’a BDP’ê Hamdulah Muftuoglû û Dayîkên Aştiyê axivîn. Herwiha di şahiyê de Erol Berxwedan û Şeyda Perînçek derketin ser dikê.
Di şahiyê de endamê MP’a BDP’ê Mehmet Muftuoglû axivî û da diyarkirin ku, bi salane Kurd êşan dikişînin û ji ber polîtîkayên nîjadperestî û netewperestî di serî de gelê Kurd û gelên xwediyê nasnameyên cûda yên olî û etnîkî têne dûrxistin. Li ser xwînê siyaset tê kirin û got, em bang li her kesê dikin ku ji bo biratî û azadiyê tekoşînê bikin.
Muftuoglû da zanîn ku, “Em di pêvajoyekî girîng de derbaz dibin. Ev pêvajo ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelên Tirkiyeyê jî pêvajoyekî girînge.” Û wiha berdewam kir: “ Yanî êdî em dê biryarekê bidin, yan em dê bi hev re jiyan bikin, yan jî dê ji hev qut bin. Em dixwazin bi hev re jiyan bikîn, weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê bi raya giştî re parvekirî, em dizanin ku Firat û Dîcle; li gel Merîç û Sakaryayê birane. Çanda Anadolû û çanda Mezopotamyayê çandên birane. Gelên Tirkiyeyê jî birane. Hemû tekoşîna gelê Kurd ya rewa û demokratîk li hember nasnameya yekane ye. Gelê Kurd jî li hemberî çemka hewildana her kesê bikin Tirk û Sunî şiyar bû. PKK jî li hemberî van pêkûtiyan ev 30 sale tekoşîn dide. Herkesê îro li vir mexdûrê vî şeriye.
Piştî axaftinên hatine kirin, dayîkên aştiyê vexwendin platformê û kevokên spî firandin. Şahî li rexmî hewaya bibaran jî, bi tevlîbûna 2 hezar kesî, stran, dîlan û sloganan bidawî bû.