Li Den Haag û Brukselê dewleta Tirk hate protestokirin
Li paytexta Belçîka Bruskelê û bajarê Denn Haag yê Hollandayê gefên dewleta Tirk yên li ser Efrînê hate protestokirin.
Li paytexta Belçîka Bruskelê û bajarê Denn Haag yê Hollandayê gefên dewleta Tirk yên li ser Efrînê hate protestokirin.
Kurdistaniyan li pêşiya Dîwana Edaletê ya Lahey a li bajarê Denn Haag ê Hollandayê çalakiya protestoyê lidarxist.
Di daxuyaniya ku di çalakiyê de hate dayin de hate gotin ku wê bi her awayî wê bersiva êrîşên dewleta Tirk a faşîst were dayîn.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê ferzkirina kincê yek reng û gefên dewleta Tirk yên li ser Efrînê hate protestokirin.
Çalakî li ser banga NAV-BEL, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û HDK-A li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin.
Di çalakiyê de dovîz û pankart hatin rakirin, li ser navê çalakgeran ji HDK-A Sakîne Demîr axivî. Demîr diyarkir ku li dijî kincê yek reng wê têbikoşin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên 'Ji kincê yek reng re na', 'Dîktator Erdogan' , 'Bijî YPJ', 'Bijî YPG', 'Bijî berxwedana Efrînê' hatin qîrkirin.