Polîsên Danîmarkayê di 18’ê îlonê de bi ser mal û kargehan de girtibû û ji kurdên ku girtibûn 6 kes berdan.
Li Kopenhagê di meha îlonê de di serdegirtinan de gelek kurd hatibûn girtin û ji van 6 heb bê yê ne girtî bên darizandin hatin berdan. Di 18’ê îlonê de 8 kurd ber îdiaya ‘Pere ji PKK’ê re berhev kirine’ hatin bûn girtin. Di 19 îlonê de yek hatibû berdan û hev 7 kes jî dema wan ya binçvkirinê 26 roj hatibû dirêjkirin. Di nava van de kurdekî 71 salî jî hebûn.
Dozger Jakob Bush-Jepsen ku di heman demê de dozgerê doza ROJ TV ye jî der barê dirêjkirin pêvajoya binçavkirinê de îdia kir k udi dema pêvajoya lêpirsînê de dibe ku delîl bên reşkirin.
Parêzerên welatiyên kurd Bjorn Elmquîst jî piştî biryara dadgehê got divê dozger der barê îdiayên xwe de delîlên şênber pêşkêş bike.
POLÎSÊ DANÎMARKAYÊ XWEST KURDAN KRÎMÎNALÎZE BIKE
Danişîna 7 kurdan di 15’ê cotmehê de li Dadgeha Edaletê ya Bilind pêk hat. Ji ber îdiaya veşariya dozê kes negirtin salonê. Lê di dema pêkanîna dozê de polîsê Danîmarkayê zextên li ser esnafên kurd zêde kir û got hun van 7 kurdan nas dikin an na, zor li we kir an na. Ev helwesta polîs wek hewldana krîmînalîzekirina kurdan tê nirxandin.