Li Colemêrgê operasyonên binçavkirinê destpê kirin

Li Colemêrgê polîsan dest bi operasyonên binçavkirinê kirin. Polîsên ku gelek kes nedîtin, 2 xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Binevş û DBP'ê girtin binçavan.

Polîsên Tirk li gelek taxên Colemêrgê avêtin ser malên siyasetmedarên Kurd. Polîsên ku nikarîbûn xwe bigihînin gelek siyasetmedarên Kurd ên biryara binçavkirina wan derxistibûn, Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Binevş Hamîde Ozen û Xebatkarê DBP'ê Vasfî Ak girtin binçavan û birin midûriyeta emniyetê.

POLÎS NEKARÎBÛN BIKEVIN KOLANA DBP LÊ YE

Tîmên taybet ên xwestin bi maşînên zirxî bikevin kolana avahiya DBP'ê lê ye, ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, rêveberên DBP û HDP'yî ve hatin astengkirin û ji kolanê hatin derxistin. Akdogan li vir daxuyaniyek da û got, "Em bi faşîzmê re rû bi rû ne. Ji bo kêfa şexsekî, nabe ku ev gel bedel bide. Divê tavilê li pêvajoya çareseriyê vegerin."