Li Cizîrê ji kesên hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin

Li Cizîrê ji kesên hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin

Li navçeya Şirnexê Cizîrê duh di encama sergirtinên malan yên li taxa  Cudî û  Nur de 6 kes hatîn binçavkirin û şandinbûn Amedê, ji wan 6 kesan 5 kes hatin girtin.

Duh Emyet muduryeta Cizîrê ya têkoşîna bi terorê li taxa   Cudî û Nur li ser malan der girt. Ji 9 kesan 6 kes piştî lêpirsîna wan li Emyet Mudiyeta Şirnexê teman bûn şandin Emyeta Amedê. Piştî li wir lêpirsîna wan kirin  girtina 6 kesan hat xwestin û şandin dadgeha nobetê. Dadgehê biryara girtina 5 kesan da, yek  bi mercê kontrola edliyê serbest berdan.

 Ji ber tememê wan biçûk bû 3 kesên li buruya Zarokan lêpirsiya wan çêkirin, her sê  kes dozgeriyê serbest berdan.