Li Çînê teqîna li kana komirê: 27 mirî
Li Çînê teqîna li kana komirê: 27 mirî
Li Çînê teqîna li kana komirê: 27 mirî
Li eyaleta Sichuan a Çînê, di kaneke komirê de teqînekê rû da û di encamê de 27 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 16 karker birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa Çînê Xinhua, di encama operasyona rizgarkirinê de 81 karker hatine xelaskirin û ji van 16 karker li nexweşxaneyan tên dermankkirin.
Bûyer li kana komirê ya nêzî bajarê Luzhou rû da û hat ragihandin, ku ji ber teqîna gazê danê êvarê bûyer pêk hatiye.
Teqîna li kana komirê ya Tauzigou û teqînan duyemîn a li kanên komirê yên li gelemperiya welêt di nava 24 saetan de rû dan. Roja Înê, li eyaleta Guizhou ya li başûr-rojavayê welêt li kana komirê ya Dashanê teqînekê rû da û di encamê de 12 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 2 kes birîndar bûn.
Li Çînê her sal di teqînên li kanên komirê de zêdeyî 3 hezar karker jiyana xwe ji dest didin.