Li Çînê organên mehkûmên îdamê nema tên neqilkirin
Li Çînê organên mehkûmên îdamê nema tên neqilkirin
Li Çînê organên mehkûmên îdamê nema tên neqilkirin
Hat ragihandin, ku pêkanîna neqilkirina organên kesên li Çînê hatine îdamkirin, wê bê rakirin.
Serokê Komîteya Bexşa Organan a Çînê Huang Jiefu der barê vê pêkanîna ku salên dûr û dirêj e rastî nerazîbûna saziyên mafên mirovan tê de axivî û ragihand ku ev yek wê ji sala bê û pê ve bi temamî bi dawî bibe. Li gorî medya Çînê Jiefu anî ziman ku neqla organan a dema pêş, wê bi bexşên dilxwazan bê kirin.
Li gorî saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, di sala 2002'an de 12 hezar kes hatin îdamkirin, lê ji ber zexta navneteweyî di salên dawî de îdam gelekî kêm tê kirin. Li gorî saziya mafên mirovan a bi navê Dai Hua ku navenda wê li DYA ye, li Çînê di sala bihurî de 2 hezar 400 mehkûm hatine îdamkirin. Ev hejmar li gorî sala 2002'an pêşketineke cidî nîşan dide. Lê ranekirina cezayê îdamê li vî welatî, hînê rê li ber nerazîbûnan vedike.
Çîniyên ku piraniya wan ji ji nû ve dayikbûna piştî mirinê (reenkarnasyon) bawer dikin, li gorî vê baweriya xwe dixwazin bedena wan bi temamî were definkirin. Lewma Çînê di bexşa organan de li astên herî jêrîn de cih digire.
Li vî welatî ku her sal pêwîstiya 300 hezar kesî bi neqla organan heye, bexşa organ a bi dilxwazî tê kirin, bi qasî hezar 500 e.