Li çar bajarên Bakurê Kurdistanê herî kêm 24 kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk li bajarên Erzîrom, Mêrdîn, Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê avêtin ser malan û di encamê de herî kêm 24 kes binçav kirin.

LI MÊRDÎNÊ 13 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeyên Artûklû, Şemrex, Qoser, Dêrik û Nisêbînê yên Mêrdînê serdegirtin hatin kirin.

Li Artûklûyê polîsên Tirk kesê bi navê Baver Akpinar binçav kirin û radestî jendermeyan kirin.

Li Nisêbînê di serdegirtinan de Çiya Tanhan û 4 kesên navê wan nehate hînbûn, li Qoser, Şemrex û Dêrikê herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.

LI ERZÎROMÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Di serdagirtinên navçeyên Qereyazî, Qereçoban û Çadê de Aydin Sefîl, Îsmaîl Işık, Cuneyt Buyukkaya  û Serhat Kaçar hatin binçavkirin. Polîsan 4 kesên bi îdiayên ser hesabên xwe yên medya dîjîtal de “propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê. 

LI RIHAYÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîsan avêtin ser gelek malan di encamê de Huseyîn Kilivan, Suleyman Kahraman, Abdûllah rabîndûz û Mûhammed Bekîroglû bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin.

LI SEMSÛRÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeyên Kolik û Sergolanê yên Semsûrê 4 kes bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin.