Li Brûkselê HDK ji bo Dersimê çalakî kir
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) , endamên wê yên Belçîkayê li ber seferatxaneya Tirkiyê ya Brûkselê ji ber sedema ku şewata li daristanên Dersimê nayê vemirandin çalakiyeke protestoyî kir.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) , endamên wê yên Belçîkayê li ber seferatxaneya Tirkiyê ya Brûkselê ji ber sedema ku şewata li daristanên Dersimê nayê vemirandin çalakiyeke protestoyî kir.
Komê dirûşmên weke ‘Dersim dişewite, Erdogan dişewitîne’, ‘kujer Erdoan ji Kurdistanê bicehime’, ‘ji kuştina sirûştê re êdî bes e’, ‘li Kurdistanê ji komkujiyan re êdî bes e’ berz kirin û danezanên ku polîtîkayên şewat û hilweşandinê ku dewlet li Kurdistanê û Dersimê dike hate belavkirin.
Endamên HDK-Belçîkayê gotin şewata li Dersimê û Cûdî, hilweşandina Heskîfê mirov nikare ji hev cuda bifikire û diyar kirin dewlet polîtîkayên xwe yên qirker ên li ser cografyaya Kurdistanê didomîne.
Komê diyar kir ku dewlet bi avakirina HES’an a li geliyê Munzirê ya bi hinceta ewlehiyê, bi şewitandina daristanan û valakirina gundan dixwaze Dersimê vala bike û bang kir ku dewlet dawî li polîtîkayên xwe yên operasyonel werîne û bi dirûşma, ‘Dersim rûmeta me ye, dest li rûmeta me nede’ çalakî bi dawî kirin.