Li Brîtanyayê sendîkayan pêşnûmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ qebûl kirin

Kongreya 150’î ya Yekîtiya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) hate kirin. Di kongreye de bi  hezaran delegee bi yek dengî destek dane ‘Kampanyaya Ji Ocalan re azadî’.

Kongreya 150’î ya Yekîtiya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) hate kirin. Di kongreye de bi  hezaran delegee bi yek dengî destek dane ‘Kampanyaya Ji Ocalan re azadî’.

Li kongreye banga pêşnûmeya  ‘Ji Ocalan re azadî’ ku Sendîkaya Mamosteyên Skoçî raber kirin û di serî de Unîte The Unîon hemû endaman destek dane, bi yek dengî hate qebûlkirin.

MUZAKERE Û AZADIYA OCALAN HATE XWESTIN

Di pêşnûmeyê de hate xwestin ku dewleta Tirk dawî li şerê gemarî yê dijî Kurdan bîne, bi PKK’ê re dest  bi muzakereyan bike û  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan.

Carolîna Yaters, ji Sendîkaya Mamosteyên Skoçî û ji Sendîkaya Nûçegihanên Brîtanî Steve Bîrd, ji Sendîkaya Akedemîsyenên Brîtanyayê Joanna de Groot û ji Sendîkaya Unîte The Unîon Tommy Murphy bi axaftinan desteka xwe nîşan dan.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Unîte The Unîonê, Tommy Murpy, ku ev sendîka mezintirîn sendîkaya Brîtanya û Irlandayê ye û 1.5 milyon endamên wê hene, got, ‘’Divê dewleta Tirk zûzûka (demildest) dawî li zexta li ser Kurdan bîne’ û bang kir ku bi PKK’ê re dest bi muzakereyan bike.

Murphy diyar kir çareseriya arîşeyên li Tirkiyê bi aştiya bi Kurdan re û bi azadiya Ocalan pêkan e.

 Murphy got, ‘’Ocalan Mandelayê Rojhilata Navîn e’’.

Murphy bi domdarî diyar kir Şoreşa Rojava berhema Ocala e û got, mezintirîn festîvala karkeran a cîhanê Durham Mîners Gala jî diyarî azaiya Ocalan kirin.

Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd Ercan Akbal û Rizgar Wan jî gotin, desteka têkoşîna sendîkayan a ji bo Ocalan pir girîng e.

KAMPANYA BI RENGEKÎ ÇALAK TÊ RÊVEBIRIN

Sendîkayên Brîtanî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan van 2 salên dawî gelek kampanya dane destpêkirin û gelek sendika tevlê bûn. Kampanyaya ‘Freedom for Ocalan’ ji hêa Unîte the Unîon ve, ku bi 1,5 milyon endamên xwe, mezintirîn sendîkaya Ingiltere û Gallerê ye û ji hêla Sendîkaya Karê Giştî (GMB) ve ku 800 milyon endamên wê hene, 2016’an, bi daxuyaniya li Kamaraya Avamê dest pê kiribû. Kampanya ji hêla sendîkayan ve bi rengekî aktîf tê rêvebirin.