Li biryargeha MÎT’ê ya li Reyhanli çi dibe?
Li depoya berê ya tûtinê ya TEKEL’ê ku niha MÎT’ê li navçeya Reyhanliyê ji xwe re kiriye biryargeh bi şev çekê dişînin Atme û Çobanbeyê, bi roj jî perwerdehiyê didin.
Li depoya berê ya tûtinê ya TEKEL’ê ku niha MÎT’ê li navçeya Reyhanliyê ji xwe re kiriye biryargeh bi şev çekê dişînin Atme û Çobanbeyê, bi roj jî perwerdehiyê didin.
Diyar bû ku dema ku çek bi TIR’an têne şandin tîmên taybet jî li gel TIR’an diçin û cara pêşî ye ku biryargeha MÎT’ê ev çend reht e.
Depoya Tûtinê ya TEKEL'ê ya navçeya Reyhanli ya Hatayê ku wekî biryargeha MÎT'ê, tê xebitandin û li vir şerê Sûriye tê şopandin, alîkariya lojîstîk tê dayîn, di demên dawî de bi şev sewqîyata çek û leşkerî ji kampên Atme û Çobanbeyê re tê kirin, bi roj jî li vir perwerde tê dayîn.
Nûçegihanê dîhaberê Erdogan Alayumat ku li Îslahiyeyê hatibû binçavkirin, ji ber nûçeyên ku çêkirine bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Sirên dewletê daxuyandine" hat girtin
Erdogan Alayumat, piştî 15 rojan di bin çavan de ma, şevê din di 27'ê Tîrmehê de hat girtin. Nûceyên Alayumat wekî deşîfrekirina sirê dewletê hat pênasekirin. Nûçeya Erdogan Alayumat a ku ji navenda nûçeyan re şand û piştî hat binçavkirin ji ber ku wêneyê nûçeyê neşandibû em niha diweşînin.
SEWQÎYATA ÇEK Û PERWERDEHÎ
Navçeya Reyhanli ya Hatayê ji destpêka şerê li Sûriye heta niha wekî barageha şer tê zanîn. Yek ji navendên ku qadên êrîşên li dijî Efrinê pêk hat Hatay e. Di demên dawî de Depoya Tûtinê ya TEKEL'ê bi awayekî berbiçav wekî barageha MÎT'ê ya perwerdehiyê tê zanîn. Komên girêdayî El Nusra (Tahrir El Şam) û Ahrar El Şam û bi dehan komên radîkal ên di nava OSO de cih digirin, sewqîyata leşkerî û lojîstîk tên kirin.
KONTEYNIRÊN ÇEKAN
Li dûrî barageha ku li derve wekî avahiyek vala tê xuyakirin, di nava wê de tedbirên mezin tên girtin û avahî 24 saetan bi kamerayên termal tê şopandin. Tê dîtin ku deriyê avahiyê gule tê naçin. Li baxçeyên avahiyê konteynirên şîn, kesk û reş tên rawestandin. Tê dîtin ku konteynir bi TIR’an derdixin derve.
Avahiya TEKEL'ê ku demek dirêj vala ma, piştî şerê li Sûriye dest pê kir wekî avahiya birgargeha MİT'ê hat bikar anîn. 4 sal in hêzên komên radîkal û operasyonî li vir di nava çalakî û tevgerê de ne. Li vê herêmê bi şev sevkiyata leşkerî tê kirin û bi roj jî perwerde tê dayîn.
Konteynirên ku li Karageha ten rawestandin bi riya MİT’ê ji navçeya Reyhanli di rêyaKirikhanê re dişînin deriyê Cilvegozu û ji wir dişînin gundê Bukulmezê ji wir jî dişînin kampên Atme yên Îdlibê. Dîsa di rêya duyemin de jî dişînin navçeya Hassa û Akbez û ji wir jî dişînin Navçeya Elbeyli ya Kilisê dişinin herêma El Rai (Çobanbey) TIR’ên ku tên sewqkirin di bin tedbîr û dorpêça tîmên taybet de tên şandin. Hat diyar kirin ku dema sewqîyata TIR'an tên kirin timên taybet ên bi cilên sivîl û bi çek parastina TIR'an dikin.