Li Bîelefeld û Berlînê çalakiyên ji bo Sûrê

Li bajarên Elmanya Bîelefeld û Berlînê, ji bo Sûrê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Elmanya Bîelefeld û Berlînê, ji bo Sûrê çalakî hatin lidarxistin.

BÎELEFELD

Li bajarê Elmanya Bîelefeldê li ser banga NAV-DEM'ê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Sûrê hatin şermezarkirin.

Di mîtînga li ber HBF a Bîelefeldê de berxwedana gelê Amedê ya rabûye serhildanê hat silavkirin û dirûşmên "Kujer Erdogan, "Kujer dewlet", "Bijî berxwedana Sûrê", "Bijî Serok Apo", "Kujerê zarokan Erdogan", "Dewlet a kujer wê hesab bide" hatin qîrîn.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî Kurdistanî û dostên wan, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Sûrê şermezar bikin û piştgiriyê bidin gelê Amedê yê rabûye serhildanê, çalakî lidar xistin. Li ser banga Meclîsa Berlînê ya NAV-DEM'ê bi dehan kes li Meydana Brandenbûrger Tor ya Sefaretxaneyên Bilind ên DYA, Fransa û Îngilîstanê lê ye, li hev civiyan.

Girseya gel pankarta bi nivîsa "AKP = DAIŞ wê hesab bidin" vekir û dirûşmên "Ev dorpêçî wê bê rakirin, em ê faşîzmê di nava xwîna rijandiye de bifetisînin", "Bijî berxwedana Sûrê", "Dîsa dîsa serhildan, Serokê me Ocalan" qîriya.

...