Li Bexdayê êrîşa bi wesayîta bombebarkirî: 11 mirî

Li Bexdayê, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hate kirin. Di bûyerê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 47 kes jî birîndar bûn.

Êrîşa bi wesayîta bombebarkirî, duh bi şev li paytexta Iraq Bexdayê pêk hat. Herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 47 kes jî birîndar bûn. Wesayîta bombebakirî ya li kêleka rêyeke taxa El Kerradayê parkkirî, ku piraniya şêniyên wê Şîa ye, hat teqandin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, jin û zarok jî hene. Ji ber teqînê xisareke mezin li derdorê bû. Birîndar bi gelek ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin, êrîş ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin.

Balkêş e ev êrîş di demeke ku operasyona Mûsilê ber bi dawiyê ve diçe, pêk hatiye.