Li Bexdayê dîsa teqînek çêbû
Piştî teqîna duh bi şev, danê vê sibehê jî teqînek li Bexdayê çêbû.
Piştî teqîna duh bi şev, danê vê sibehê jî teqînek li Bexdayê çêbû.
Şevê din bi derengî li paytexta Iraqê Bexdayê êrîşek bi wesayiteke bombekirî pêk hat, her wiha îro berê sibehê jî bi wesayiteke din a tije teqemenî êrîşk pêk hat. Li nêzî Pira Şûheda a li Navenda Bexdayê teqîneke bi wesayite bombekirî pêk hat, di encamê de 8 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Şevê din li cihê ku piranî nifûsa Şîa lê bûn, li taxa El Kerrada wesayiteke bi teqemeniyê barkirî li ber parkekê hate teqandin, di encamê de zarok jî di nav de 11 kes hatin kuştin, 47 kes hatibûn birîndarkirin.
Hin hesabên medya civakî û Telegramê yê DAIŞ’ê ragihandibûn ku çalakî ji hêla DAIŞ’ê ve hatiye kirin. Balkêş e ku di demeke wiha de ku operasyona Mûsilê ber bi dawî ve diçe li Bexdayê li pey hev teqîn çêdibin.