Li Berlînê semînera li ser ‘Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rola Kurd
Li Berlînê di semînera “Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rola Kurdan” de nûnerên Rojava û Başûrê Kurdistanê û siyasetmedarên ji Ewrûpayê hatin gel hev.
Li Berlînê di semînera “Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rola Kurdan” de nûnerên Rojava û Başûrê Kurdistanê û siyasetmedarên ji Ewrûpayê hatin gel hev.
Serokkomarê kevn ê Romanyayê Emîl Constantînescû diyar kir ku ew piştgiriya têkoşîna Kurdan dike û Serokê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Sadik jî go: “Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de demokrasiya di nava Kurdan de qels bû.”
Enstîtuya Dîplomasiya Çandî ya li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye îro xwedîtî li hevdîtineke girîng kir. Di vê enstîtuyê de ya ku komxebatên neteweyî û navneteweyî tên lidarxistin îro jî semînera “Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de Kurd ên ku aktorên herêmî ne” tê lidarxistin.
Semînera ku bi piştgiriya Enstîtuya Dîplomasiya Çandî û nûnerên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên li welatên Beneluxê (Belçîka, Hollanda û Luksembûrg) tê lidarxistin, aktorên li Rojava û Başûrê Kurdistanê yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, tengasî û dijwariyên xwe bi siyasetmedarên ji Ewrûpayê re par ve kirin.
Semîner bi axaftina Avîva Steîn dest pê kir ê ku nûnerê Rojava-Bakurê Sûriyeyê yê Beneluxê ye. Piştre jî dîrektorê Enstîtuya Dîplomasiya Çandî Mark Donfrîed diyar kir ku em serbilind in ku em xwedîtiyê li vê hevdîtinê dikin û got: “Li hemberî hemû radikaliyan divê em dîplomasiya çandî bi pêş ve bibin. Danûstendin û parvekirina fikiran zêde bibin wê radîkalî jî kêm bibin. Radîkalî tenê ne li Rojhilata Navîn li Ewrûpa û Amerîkayê jî heye.”
CONSTANTÎNESCÛ: DU FERASETÊN CIHÊ YÊN EWLEHIYÊ HENE
Di beşa pêşîn a semînerê de Serokkomarê kevn ê Romanyayê Prof. Emîl Constantînescû diyar kir ku ew piştgiriya têkoşîna Kurdan dike.
Siyasetmedar û zanyarê Romanyayî diyar kir ku li cîhanê du ferasetên cihê yên ewlehiyê hene û got: “Li gorî feraseta yekemîn tekane hêza xurt DYA ye. Feraseta duyemîn a ewlehiyê jî ev e ku, hêzên herêmî û civaka sivîl digire ba xwe. Li gorî min beşdariya hêzên herêmî dikare şerê li Cîhanê kêmtir bike.”
Constantînescû qala polîtîkaya ewlehiyê ya demdirêj kir û got: “Divê em bi awayekî tevgir li ser kêşeyan bisekinin. Divê muzakere, diyalog, hevdîtin û dîplomasiya çandî hebe.”
Prof. Emîl Constantînescû qala xebatên Dîplomasiya Çandî jî kir û got: “Ez baş dizanim sirgûn û penaberî çi ye. Divê em ji bo demokrasiyeke xurt têbikoşin.”
‘TENÊ DI WARÊ LEŞKERÎ DE MIROV NIKARE DAIŞ’Ê TÊK BIBE’
Di beşa yekemîn de Serokê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Yûsûd Muhammed Sadik jî axivî. Sadik qala têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li Başûrê Kurdistanê û qelsiyan kir û got, “Di warê têkoşîna li dijî terorîzmê de divê em hevkariya xwe derxînin asta jor. Ne mumkun e ku tenê di warê leşkerî de em DAIŞ’ê têk bibin. Divê konsepteke me ya bo demên navîn û dirêj hebe.”
‘DIVÊ LI KURDISTANÊ JIYANA SIVÎL BI HÊZ BIKIN’
Sadik ê ku diyar kir ku têkoşîan li dijî DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê demokrasî lewaz kirye û got: “Di vê demê de ne tenê DAIŞ’ê zerer û ziyan da me. Ligel têkoşîna bi DAIŞ’ê re jî, pirsgirêkên di nava me de jî hê kûrtir bûn. Li dijî DAIŞ’ê ne tenê leşkerî, divê têkoşînekî sivîl jî bê kirin. Divê em jiyana sivîl bi hêz bikin.”
Sadik ê bal kişand ser xeteriyên şerê navxweyî yê Başûrê Kurdistanê wiha anî ziman: “Di vê dema ku hê metirsiya çeteyên DAIŞ’ê dom dike de, hinek koman êrîşî Şengalê kirin. Tirsa şerê navxweyî yê di nava Kurdan de wê ziyanê bide têkiliyên me yên di qada navneteweyî de.”Sadik ê ku destnîşan kir ku Tirkiye û Îran ên li benda fersendên wiha dixwazin bi kar bînin wiha pêde çû:
“Tirkiye û Îran dixwaze rewşa me manîpule bike û bikar bîne. DYA’yê û Ewropa dixwazin hêzên pêşmerge ji nû ve pêk bîne. Em jî vê piştgirî dikin. Têkoşîna li gel DAIŞ’ê şervanên gelê Kurd piştgirî dikin û ji ber vê têkoşîn bi awayekî serkeftî didome.
Endamê Tevgara Goran Mûhammed Sadik ê ku bal kişand li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê dide, her wiha bal kişand ser kirîza siyasî ya li Başûrê Kurdisanê jî. Sadik behasa Başûrê Kurdistanê kir û got: “Li cihekî ku nelirêtî, bêhiqûqî û bê mafî hebe, divê ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînekî bi hêz bê kirin.
Ji bo çareseriya kirîza siyasî ya li Başûrê Kurdisanê jî Sadik wiha got: “Divê artêş ji karê siyasetê bê dûrxistin. Li cihekî ku hêza artêşê serwerbe, partî û rêxistinên civaka sivîl nikarin kar bikin. Artêşekî ne tenê komekê biparêze, artêşekî ku hemû civakê biparêze ava bikin.”
Piştî pisyarên raberî axaftvanan hate kirin û şûnde panêl kete navbera nîvro. Beşa duyemîn a semînerê bi axaftinên Parlementerê Partiya Çep a Elman Andrej Hûnko û Hevserokê PYD’ê Salîh Muslum dewam dike.