Li Berlînê nobeta Wijdan û Edaletê di roja 2'emîn de ye

Bi armanca piştgirîdayîna çalakiya Wijdan û Edaletê ya ku wekîlên HDP'ê dayî destpêkirin, li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya ku hatî destpêkirin di roja 2'emîn de ye.

Çalakiya ku ji aliyê KCD-Berlînê ve hatî lidarxistin, Parlamentera HPD'ê ya Wanê Tûgba Hezer û Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivîn. Parlamenterê Partiya Çepgir Hakan Taş, Mala Cem a Berlîn û Tevgera Hezîranê piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiya nobetê de pankartên 'A niha demokrasî, a niha aşitî' û 'Erdogan bisekine' hatin vekirin. Her wiha wêneyên parlamenterên HDP'ê yên girtî, hevşaredên DBP'ê, rojnamevan Ahmet Şik, wêneyên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça, pankartên ku faşîzm û zextên Erogan/AKP'ê şermezar dikirin, hatin hildan.

Çalakî piştî axaftina Serokê Mala Cem a Berlînê Nûman Emre, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bi dirûşmeyan bi dawî bû.