Li Berlînê Nobeda Wijdan û Edaletê
Li Berlînê ji bo Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya ku li Amedê hatiye destpêkiri, çalakiya piştgiriyê hate lidarxistin.
Li Berlînê ji bo Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya ku li Amedê hatiye destpêkiri, çalakiya piştgiriyê hate lidarxistin.
Li Ewropayê bajarê Belîn ê Elmanyayê yekem cihe ku piştgirî dide çalakiya Nobeda Wijan û Edaletê ya HDP’ê ku li bajarê Amedê daye destpêkirine. Di pêşengtiya HDK-Berlînê de li Blucherplatez (Nêzî Mizgefta Dersim) saet 11:00’an çalakiya nobedê hate destpêkirin. Wê çalakî îro heta saet 20:00’an sibe jî heman saetê dwam bike.
Di dema çalakiya nobedê ya pankartên ‘Hem demokrasî, hem aştş’ û ‘Erdogan rawest e’ hate vekirin d; li gel hildana wêneyên parlemeterên HDP’ê yên girtî, hevşaredar, perwerdekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça û Rojnamevan Ahmet Şik dowîzên ku zext û girtinên faşîzma Erdogan/AKP’ê şermezar dike hatin bilindkirin.
‘EM BIBIN YEK EM Ê ERDOGAN TÊK BIBIN’
Di dema nobedê de çalakiya rûniştinê pêk hat. Li vir Hevberdevkê HDK-Berlîn Erkîn Erdogan axivî û li Tirkiyeyê bi domandina Rewşa Awarte re rejîma dîktatoriyê xwînê dimijin û got: “Ev rejîm bi tinekirina mafên demokrasî û destkeftiyan dixwaze xwe li ser lingan bigire. Dixwaze bi girtina her kesên li dijî wî derdikeve encamê bigire. Gelê me li dijî zilmê û dîktatoriyê li zindanan, kolanan û qadan têkoşîn dikin. Di vê wateyê de weke HDK-Berlînê ji bo piştgirî bidin çalakiya nobedê ya HDP’ê ya li welat dayî destpêkirin li vir in.”
Axaftvanên mafê axaftinê girtin jî destnîşan kir ku eger hemû beşên muxalîf bibin yek û bi têkoşînekî hevpar dikarin faşîzma Erdogan têk bibin.