Li Berlînê meşa ji bo Şengalê

Komkujiya Şengalê li paytexta Elmanya Berlînê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser lîstikên qirêj ên dewleta Tirk li ser Dersimê dilîze.

Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistanî li ber Rathaûsê ya li Alexander Platz Rote roja Şemiyê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Meş ji aliyê Federasyona Êzidiyan NAV-YEK û Însiyatîfa Azadiyê ya Dersimê ve hate organîzekirin. Nûnerên gelek saziyan jî tevlî meşê bûn.

Çalakger bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bes e ji lîstikên qirêj ên li ser Dersimê", "Em ê nehêlin ku li Dersimê careke din qirkirin bê kirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî Kurdistan" heta deriya Brandenbûrger Tor bi qasî 2 kîlometreyan meşiyan.

Li vê derê axaftin hate kirin û qisekeran terora DAIŞ'ê şermezar kirin û PDK a ku Şengal radestî DAIŞ'ê kir weke şirîkê fermana 73'an protesto kirin.

Li Brandenbûrger Tor, polîsên Elman dirûşmên hatin qîrîn û stranên hatin gotin ji xwe re kirin bahane û 3 Kurdistanî binçav kirin. Girseya gel binçavkirin şermezar kir û li ber deriyê Brandenbûrger Tor sekinî. Piştî ku Kurdistaniyên hatin binçavkirin hatin berdan, çalakî qediya.