Li Berlînê bi hezaran kesî berxwedana xwerêveberiyê silav kirin
Bi hezaran Kurd û dostên wan li bajarê Berlîn ê Elmanyayê li hev civiyan, li dijî faşîzma AKP’ê berxwedana xwerêveberiya gelê Kurd silav kir.
Bi hezaran Kurd û dostên wan li bajarê Berlîn ê Elmanyayê li hev civiyan, li dijî faşîzma AKP’ê berxwedana xwerêveberiya gelê Kurd silav kir.
Nêzî 7 hezar kes tevlî meşa KCD, HDK, SYKP, ATÎK, DÎDF, Platforma Bawermendên Mezopotamya, Dîe Lînke, DKP, MLPD, SAV, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê jî di nav de gelek saziyên Kurd û Elman û saziyên cuda pişgirî danê bûn.
Li qada Alexander a navenda bajar kom bûn, bi pankarta “Bêdeng nemînin, ji şerê li Kurdistanê re bêjin na” vekirin û meşiyan. Li cihê kombûyînê Profesorê Zanîngeha Berlînê Alex Demîrovîx axivî û diyar kir ku dewleta Tirk hempîşeyên xwe yên ku aştiyê dixwazin rastî fikarên meezin anî û divê mirovên zanîstî li dijî vê bibin yek.
Di meşê de dirûşmên “Dawî li qetlîamên li Kurdistanê bînin”, “Bijî yegirtina gelan”, “Merkel piştgirî dike, Erdogan bombebaran dike”, “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Li ser rêya meşê li pêşiya avahiya Wezareta Karên Derve girseyê demkurtî çalakiya rûniştinê li dar xist û polîtîkayên hikûmeta Merkel protesto kir.
Li vir Serokê NAVDEM’ê Yuksel Koç axivî û piştgiriya dewleta Elman a ji bo dewleta Tirk şermezar kir, wiha got: “Em soz didin şehîdên berxwedana Cizîr û Sûrê, em ê girêdayî têkoşîna wan bin û bigihînin serkeftinê.” Koç di heman demê de jî avakirina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan jî silav kir.
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke û ji Komîteya Pişgiriya Kurdistanê Nick Braûns bazirganiya qirêj a li ser koçberan a di navbera Merkel û Erdogan jî şermezar kir.
Çalakî li Pitsdamer Platzê vegeriya mîtîngê.
YXK LI FÛARA TÛRÎZMÊ ÇALAKIYA PROTESTOYÎ LI DAR XIST
Li paytexta Berlîn a Elmanyayê di navbera 9 û 13’ê Adarê de fûara tûrîzmê ya Navneteweyî ya ji aliyê ITB Berlîn ve hat lidarxistin, nûnerê tûrîzmê yê Tirkiyeyê beşdar bû, ji aliyê YXK Berlîn (Yekîtiya Xwendekarên Kuristan) ve hat protestokirin.
ITB-Berlîn fûara tûrîzmê ya herî mezin a cihanê ji 2010’an û vir bi awayekî fermî welatê wê Tirkiye ye, ji aliyê Xwendekarên Kurdistanê ve hat protestokirin. Xwendekar li pêşiya avahiya fûarê dirûşmeyên “Hûn li Tirkiyeyê di betlanê de ne? Hewayek bi bombeyî heye” qîr kirin stand vekirin, wêneyên sektora tûrîzma Tirkiye boykot dikin hilgirtin û dest bi çalakiyê kirin. Xwendekarên diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê, mafê mirovan û azadiya çapemeniyê nas nake, şerê li hember Kurdan tê meşandin, polîtîkayên îmha û qirkirinê ne, ji ber vê jî kesên ku ji bo betlanê diçin Tirkiyeyê piştgiriyê dikin.
Di çalakiyê de xwedekaran belavokên Elmanî xwendin û bal kişandin ser qetlîamên hov ên rejîma AKP’ê ku li hember gelê Kurdistanê, mirovên sivîl û her zindiyê li Kurdistanê pêk tînin. Xwedekaran anî ziman ku her kesê li Tirkiyeyê ji bo betlanê diçe Tirkiyeyê, piştgiriyê dide şer û li dijî mafê mirovan dikeve hewldanê, bang li her kesî kir ku sektora tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin. Di çalakiyê de broşurên ku pêkanînên dij mirovatiyê yên dewleta Tirk vedibêje hatin belavkirin.