Li Bergheîmê Kongreya 3’an a NCDK'ê pêk hat
Li bajarê Bergheîm ê Elmanya Naveda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Kongreya 3’an pêk anî.
Li bajarê Bergheîm ê Elmanya Naveda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Kongreya 3’an pêk anî.
Kongre li hêwana My Event Center bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistanê û dinyayê dest pê kir. Piştî hilbijartina dîwanê li ser geşedanên Kurdistanê û Tirkiyê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin di referandûma 16’ê Nîsanê de li ti deverên ku qeyûm anîbûn ser dengê Erê derneketiye û hate gotin, ‘’Hûn nikarin serî li vî gelî bidin tewandin’ û bal kişandin ser girêvên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyê.
Delegeyan jî berxwedêrên girêva birçîbûnê yên li zindanan slav kirin. Hate gotin ji bo dengê girtiyan were bihîstin divê her roj li qadan çalakî werin kirin. Hate xwestin ku li dijî êrîşên AKP’ê yên faşîst divê destekeke mezin ji bo berxwedanê hebe.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bergheîmê ku ev 3 serdem in bi Komînî xebatên xwe didomîne biryar hate standin ku bibe meclîs.
Hevserokên dema nû bûne Nazmiye Bayat û Guner Gungor.