Li ber Parlementoya Swêdê konê piştgiriya bi Rojava re hat vegirtin

Li ber Parlementoya Swêdê konê piştgiriya bi Rojava re hat vegirtin

Partî û Rêxistinên Kurd yên li Swîdê xebatan didin meşan din li ser navê  “Ji bo piştgiriya bi Rojava re lingê rêxitinan” li ber Parlementoya Swêdê kon vegirt û daxwaz dikin ku dorpêçkirin û amborgoya li ser Rojava bê rakirin.
 
Brdevkê Ragihandina “Ji bo piştgiriya bi Rojava re lingê rêxitinan” rojnamevan û nivîskar Kurdo Baskî da diyar kirin ku, Kurd di Sûriyê de gelê herî kevne û li Rojava pêşketinên kritîk çêdibin û got: “ Gelê Kurd hem li hemberî Esed, hem ji li himberî çeteyê El Nûrsa têkoşînê didin meşandin. Her du alî jî li him berî mafê Kurdan û li himberî hevin. Gelê Kurd neçar ma ji bo paristina mafê xwe û nasnameya xwe dest tevêje çekê.”
Baskî, destnîşan kir ku divê ne tenê Kurd li dijî ambargoyê di hemdan demê de divê hemû kesên alîgirên mafê mirovan û hemû netew û gelên kedê xwedî lê derbikevin ji bo ev yek pêk were me  “Ji bo piştgiriya bi Rojava re lingê rêxitinan”ê pêk anî û wiha pêde çû: “Em bang li hemû paristvanên mafê mirovan yên li Swêdê dikîm ku xwedî li gelê Rojava derbikevin û piştgiriya xwe bidin diyar kirin.” Baskî destnîşan kir ku dê di derbarên pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê de di
31’ê Cotmehê de di saet 14:00’an de li kon daxuyanî bê dayîn.
Di konde alên, PYD û PJAK bilind kirin û di kon de stran û merşên Kurd tên berdanê û Kurdistanî bilavokan belav dikin. Di derbarê Rojava de agahî tên dayîn.
Serokê Rêxistina Mafê Mirovan Kurdcide Watch CHAK  Azad Heydarî destnîn kir ku YPJ’ê sinorê Sûriyeyê û Îraqê ji bo alîkariya mirovî biçe destê çeteyan azad kiriye. Heyderî wiha axivî: “ Tişta herî balkêş li vêderê muhalefata Sûriyê yên alîkariyê didin çeteyên wek El Qaîdê û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û hemû li dijî gelê Kurd şer dikin. Çara yekeme muhalefeta Sûriyê bi awayekî vekirî alîkariyê dide komên çete. Li dijî gelê Kurd dikevin dinava hevkariyên ne pîroz. Dîrokê wê kesên hevkariyên wiha li dijî gelê Kurd dikîn rûreş bikin. Gelê Kurd tenê erdên xwe di parêzin. Qet ziyanê nade kesên din. Yên qetliamê dikin çeteyên El Nursa û çeteyên îslamî yên dinin.”
Parlementerê Partiya Derdor ya Keska Jabar Amîn jî serdana konê piştgirîyê kir û da diyar kirin ku ew Têkoşîna gelê Rojava piştgiriyê didinê û bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku Deriyê sinor vekin.