Li ber Girtîgeha Bakirkoyê tecrîd hat şermezarkirin
Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), li ber Girtîgeha Bakirkoyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), li ber Girtîgeha Bakirkoyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Çalakiya “Deng bide azadiyê” di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê careke din hate lidar xistin.
Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiya li vir bûn.
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr di çalakiyê de axivî û ev tişt gotin, “Li dijî tecrîdê weke her hefte, em li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan pêk tînin. Em ê îro jî li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê lidar bixin û heta binpêkirina maf bi dawî dibe ev çalakiya me dê berdewam bike.”
Piştre jî xizmên girtiyan çalakiya xwe ya rûniştinê lidar xistin û bê navber dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Zext wê bi paşve gav bi me nede avêtin”, “Bijî Berxwedana zindanan”, “Rûmeta mirovahî wê êşkenceyê têk bibe”, “Em ê bi berxwedanê biser bikevin”, “Jin jiyan azadî” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” berzkirin.