Li Bazîd û Mersînê 6 kes hatin girtin

Li navçeya Bazîd a Agiriyê her du biyarên hatin binçavkirin û li Mersînê jî ji 6 xwendekarên hatin binçavkirin 4 kes bi îdîaya, “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

Li navçeya Bazîd a Agiriyê her du biyarên hatin binçavkirin û li Mersînê jî ji 6 xwendekarên hatin binçavkirin 4 kes bi îdîaya, “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîd a Agiriyê danê sibehê di serdegirtina malan de Ahmet û Mehmet Çete hatibûn binçavkirin, piştî karên li Emniyetê anîn Edliyeya Bazîdê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê her du birayên sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdîaya, “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Agiriyê.

MERSÎN

6 xwendekarên ku bi hinceta tevlî bûyerên piştî bîranîna Nîhal Atsiz a li Zanîngeha Mersînê bûne hatibûn binçavkirin, piştî karên li Midûriyeta Emniyetê sewqî dadgehê hatin kirin.

Xwendekarên li dozgeriyê îfade dan, bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiyê hatin kirin. 2 xwendekarên li hakimtiyê îfade dan serbest hatin berdan, Çekdar Ozer, Dogan Peker, Saffet Demîrcan û Husnu Kadîr Demîr jî bi îdîaya, “Tevî ne endamên rêxistinê ne jî li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin.

Hejmara xwendekarên ji ber bûyera Nîhal Atsiz hatin girtin gihişt 13’an.