Li Bayrampaşayê çalakiya li dijî midûriyeta polîsan
Li hemberî Midûriyeta Hêzên Polîsan a Bayrampaşayê çalakiyeke çekdarî pêk hat. Hat ragihandin, ku du jinên tê gotin çalakî kirine, piştî reva ji cihê bûyerê li avahiyekê hatine dorpêçkirin.
Li hemberî Midûriyeta Hêzên Polîsan a Bayrampaşayê çalakiyeke çekdarî pêk hat. Hat ragihandin, ku du jinên tê gotin çalakî kirine, piştî reva ji cihê bûyerê li avahiyekê hatine dorpêçkirin.
Li navçeya Stenbol Bayrampaşayê, danê vê sibehê li hemberî deriyê C ê Midûriyeta Hêzên Polîsan a Navçeyê çalakiyeke çekdarî hat kirin. Çalakî ji aliyê du jinan ve bi narincokan hat kirin.
Piştî ku polîsên Tirk bersiv dan, şer derket. Çalakger ji cihê bûyerê çûn. Polîsên Tirk li herêmê dest bi operasyonê kirin.
Hat ragihandin ku jinên çalakger li avahiyeke li Kolana Gazî ya Bayrampaşayê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û polîsên Tirk amadekariya operasyonê dikin. Li gorî agahiyan yek ji çalakgeran birîndar e.
Her du jin bi gefa înfazê re rû bi rû ne.