Li Başûrê Kurdistanê mêr mexdurê şîdetê ne!

Li Başûrê Kurdistanê mêr mexdurê şîdetê ne!

Li Başûrê Kurdistanê ku di warê şîdeta li hemberî jinê xwedî sîcîleke xerab e, di çapemeniya Fransayê de hate îdiakirin ku li Başûrê Kurdistanê mêr mexdurên şîdeta nava malê ne. Yekitiya Mêrên Kurdistanê ku hewl didin şîdeta li ser mêr bînin rojevê, balkêşe ku di 20 salên dawî de li Başûr hejmara jinên xwe ku xwe şewitandine 2 hezar derbas kiriye.

Rojnameya Fransî ya hefteyî Courrîer Internatîonal (CI) da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê şîdeta li ser jinên gihiştiye asta herî jor û her wiha da zanîn ku bûyerên şîdetê yên li ser mêran jî zêde bûne. Di heman demê de Meryem Omer ya ji rojnameya Al Hayat re nûçegîhaniyê dike nûçeyeke bi sernavê ‘Kurdistana Iraqê: Mêrên rastî şîdeta nava malê tên’ weşand û cih da hejmara mêrên ku rastî şîdeta jinê tên.

CI di nûçeya xwe de destnîşan kir ku li gorî daneyên Buroya Têkoşîna li hemberî Şîdeta li ser Jinê a li Silêmaniyê, di 2012’an de hejmara jinên rastî şîdetê hatine  hezar û 613 derbasî qeydan bûne û di 2011’an de jî 4 hezar û 84 bûyer hatine tespîtkirin û balkêşe ku li Başûr îsal ev bûyer ketine. Hejmara mêrên ku ji aliyê hevserên xwe ve rastî şîdetê tên 163 derbas dibe.

TERKA MALÊ WEK ŞÎDETÊ HATIYE DÎTIN

Di nûçeyê de tê gotin mêr rastî şîdetê tên . serokê Yekitiya Mêran a Kurdistanê Burhan Alî Farac hejmar aşkera kir û got mêrên rastî şîdet û zextên tên yên mexdur 200 e. Di rapora yekitiyê de tê gotin ku 5 heb rastî şîdeta fîzîkî, 27 heb ji malê avêtin, 48 heb ji aliyê xizmên hevsera xwe ve rastî şîdetê tên.  Her wiha 6 mêr ji aliyê hevserê xwe ve hatine kuştin û 7 heb jî maaşên wan ji aliyê hevserên wan ve hatine desteserkirin.  Her wiha 40 hebî jî întîxar kiriye.

Di heman raporê de  tiştên ecib yên wekê ji ber ku mêr zarokên xwe digirin û malê terk dikin ‘wek şîdeta li ser mêr’ hatiye nîşandan.

Courrîer Internatîonal, diyar kir ku Yekitiya Mêran a Kurdistanê ji bo bûyerên di rapora xwe de nîqaş bikin ji Parlamentoya Başurê Kurdistanê randevu xwestiye û dê daxwaz bikin ku buroyeke ku şîdeta li ser mêran lêkolîn bike, bê avakirin.

JINÊN ŞÎDETÊ LI HEVSERÊ XWE DIKIN, JI XWE MEXDURÊN ŞÎDETÊ NE

Di nûçeyê de cih dane nêrînên civaknasa Başûrê Kurdistanê Land Saleh jî. Saleh diyar kir ku dema mirov li hemû bûyeran dinêrin, jinên ku şîdet li hevserê xwe kirine, ji çaran sê berê rastî şîdeta hevserê xwe hatine. Her wiha Saleh destnîşan kir ku di bûyerên cînayetê de jî sê’yan du rastî şîdeta fîzîkî ya hevserê xwe hatine û hatine biçûkxistin û ji hevzkirinê bêpar hatine hiştin.

Salah got jin li gorî mêran zêdetir, şîdeta li ser xwe vedibêjin û mêr vê yekê wek qelsiyekê dibînin û ji ber şermê vedişêrin. Ligel vê Saleh diyar kiribû ku li Başûr serxwebûna aboriyê ya jinan zêde bûye û ev jî serhildana wan ya li dijî mêran hêsantir dike.

BI HEZARAN JINÎ XWE ŞEWITAND

Yektiya Mêran a Kurdistanê her çiqas di raporê de bêje şîdeta li ser mêran zêde bûye jî,  nayê vê wateyê ku şîdet, taciz, tecawiza li ser jinê bi dawî bûye.  Li gorî daneyên Buroya Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Jinê di 2011’an de 4 hezar bûyerên şîdetê hatiye jiyîn, di 2012’an de hezar û 600 bûyer derbasî qeydan bûne.

Li gorî daneyên ANF’ê berhevkirine di navbera sala 2009-2012’an de  ji hezarî zêdetir jinî xwe şewitandine an jî ji aliyê malba û tên wan ve hatine şewitandin.

Li gorî daneyên Saziya Tîpa Edlî li Silêmaniyê di 2009’an de  831 jinî xwe şewitandiye û ji vana 200’î jiyana xwe ji dest daye. Wezaret Mafê Mirovana Kurdistana Feral di nîsana 2009’an de daxuyaniyek da û got di 2008’an de  170 jin bûne qurbana cînayetên namûsê û 333 jinî jî xwe şewitandiye.

Tê texmînkirin ku hejmar zêdetire. Di navbera 1991-2007’an de  li herêma Silêmanî- Hewlêr û Duhokê 2 hezar û 664 jinî ku temenê wan di navbera 12-22’an de bû bedena xwe dan ber agir.