Li Başûrê Efrîkayê 'Kampanya Navneteweyî ya ji bo Azadiya Ocalan' dest pê kir

Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Efrîkayê (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Efrîkayê (COSATU) bi daxuyaniyeke hevpar gotin dema wê ye û bi navê "Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan" dest bi kampanyayê kirin.

Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Efrîkayê (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Efrîkayê (COSATU) bi daxuyaniyeke hevpar gotin dema wê ye û bi navê "Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan" dest bi kampanyayê kirin.

Bi rêya kampanyayê tê xwestin, ku ji bo pêkhatina aştiya li Tirkiyeyê, Neteweyên Yekbûyî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixe nava liv û tevgerê.

Di bangawaziyê de hate ragihandin ku ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres nameyeke vekirî hatiye nivîsandin.

Di nameyê de ya ji bo Gûterres hatiye nivîsandin, işaret bi encamên rapora lêkolîna li Îmraliyê ya Tebaxa 2020'î ya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin. Lewma hate xwestin, ku li gorî vê encamê tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Di bangê de her wiha karên ku Neteweyên Yekbûyî li dijî rejîma Apartheîdê ya li Başûrê Efrîkayê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin, ku heman Pîvanên Nelson Mandela ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bê bicihanîn.

KHRAG'ê û COSATU'yê bang li her kesî kirin ku tevlî kampanyayê bibin. Daxuyanî wiha ye:

"Armanca me ya bingehîn a ji vê kampanyayê ew e ku li Tirkiyeyê û herêmê, rê li ber aştiyê vekin. Salên dawî rejîma otorîter a Serokkomar Erdogan hem li hundir hem jî li derve polîtîkayeke belavker û êrişkar meşand. Vê polîtîkayê bandoreke neyînî li Kurdên li Tirkiyeyê kiriye, her wiha hewldanên aştiyê yên li Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîkayê, Kafkasan û Ewropayê têk birine.

Azadiya rêberê rewa yê gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo aştiya li Tirkiye û herêmê, pêwîstî ye.

Em ji tecrûbeya xwe ya li Efrîkaya Başûr zanin ku rastiyeke jêneveger û şertê pêvajoyên aştiyê ew e ku lîderên rewa û pêbawer divê bên berdan.

Weke encama polîtîkayên belavker û binpêkirina mafên mirovan, rexneyên li qada navneteweyî yên li dijî Tirkiyeyê zêde dibin.

'EM DIKARIN BI RENGEKÎ KOORDÎNEYÎ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BIXIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Me dît, ku dema li dijî rejîma Apartheîdê li qada navneteweyî mirovên azadîxwaz seferber bûn, hingî rê li ber berdana Nelson Mandela vebû û li Efrîkaya Basşûr dewleteke demokratîk ava bû. Em di wê baweriyê de ne ku berdana Abdullah Ocalan a bi heman rengî wê ji bo çareseriya aştiyane ya şerê li Tirkiye û herêmê, şert û mercên pêwîst biafirîne.

PÎVANÊN NELSON MANDELA...

Bi vê armancê em têkildarî Tirkiyeyê û Neteweyên Yekbûyî dest bi kampanyayekê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi rêya kampanyayeyek piştevaniyê ya navneteweyî ya koordîneyî, em dikarin Neteweyên Yekbûyî bixin nava liv û tevgerê. Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî di banga xwe de ya ji bo berdana Nelson Mandela, mînakek çêkiribû. Her wiha di mînaka ku weke Pîvanên Nelson Mandela tê naskirin de, Neteweyên Yekbûyî ji bo amadekirina qanûnên têkildarî girtiyan roleke diyarker lîstibû.

Em mînak (Pîvanên Nelson Mandela) hem bingeha nêzîkatiya li girtiyên siyasî diyar kir, hem jî piştrast dike ku berdana lîderên rastî û pêbawer, di her pêvajoya aştiyê de diyarker e."

Rêxistinên bang kirin, di çarçoveya kampanyayê de ji her kesî xwestin ku nameya vekirî ya ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hatiye amadekirin, bi rêya e-maîl, posta, twîtter, facebook û hwd. de bişînin.

NAME Û NAVNÎŞANA KU BIGIHÎNIN GÛTERRES

Amadekarên kampanyayê xwestin, ku name ji vê adresê re bê şandin:

 Mr António Guterres
Secretary-General United Nations
 UN Headquarters, S-3800
New York, NY 10017
USA