Li Baselê çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê

Bi armanca piştgirîkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 702’an a ji bo aqûbeta xizmên xwe li Qada Galatasarayê dipirsin, li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyek hate kirin.

Dewleta Tirk di hefteya 700’î ya Dayikên Şemiyê de êrîş kiribû û çalakî qedexe kiribû.Tevî vê qedexeyê jî dayikan anî ziman ku wê çalakiyên pirskirina aqûbeta windayên xwe bi domdarî dewam bikin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a HDK-Basel, roja şemiyê li Qada Clarplatezê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya wêneyên kesên winda hate bilindkirin de, li ser jiyan û kesayeta Kenan Bîlgîn ê di operasyoneke li diî Partiya Komunîst a Şoreşgerên Tirkiye ku sala 1994’an de hate kirin û li gel 12 kesên hatibûn destgîrkirin û ji wê rojê ve ti agahî jê nehate girtin axaftin hatin kirin.

Dîsa keça Hasan Gulunay ê di 20’ê Tîrmeha 1992'an de destgîrkirî hate windakirin Denîz Gulunay jî tevlî çalakiyê bû. Piştî axaftinan çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.

Meclîsa Jinan a HDK-Basel,bi armanca piştgirîkirina xizmên windayan wê her roja Şemiyê li Qada Clarapalatzê çalakiya piştgiriyê lidar bixin.