Li Balafirgeha Arlanda ya Stockholmê AKP hat protestokirin
Li Balafirgeha Arlanda ya paytexta Swêd Stockholmê, êrîşên AKP'ê yên li hemberî Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyan alên PKK, KCK, PYD, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî qadên gerîla û operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin.
Bi qasî 150 kesên beşdarî çalakiyê bûn pankartên bi nivîsên "Dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Kurdistanê bîne", "Dawî li qetilkirina sivîlan bîne" rakirin û dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "AKP DAIŞ e, DAIŞ AKP ye", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" "Kujer Erdogan" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Di çalakiyê de li ser bûyer û qewimînên li Kurdistan û Tirkiyeyê belavok hatin belavkirin. Çalakiya ku polîsan dest lê wernedan, bi qîrîna dirûşmên li dijî AKP û dewleta Tirk, bi dawî bû.