Li bajarê Bernê yê Swîsreyê şehîd hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn û şervanên YPG û YPJ’ê yên ku li Rojava şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Bibîranîn li CDK-Bernê pêk hat a ku ji 4 parçeyên Kurdistanê, nêzî 300 kes tevlê bûn. Di çalakiyê de Rojbîn Dara (Besna Remo), şehîdên Cezayê Awat Sîpan (Hesen Ciwan Merdî), Mizgîn Ronahî (Emîne Keçelanlû), Gulbihar Gûrbet (Mîna Bûrûkîmîlan), Rojger Sîdar (Abdûllah Şakar), Eşref Reşîd (Elî Suheylî) û Newal Sefqan (Mizgîn Ozcan) hatin bibîranîn.

Li eywana bibîranînên posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yê şehîdan hate daliqandin.

Di bibîranînê de li ser navê malbatên şehîdan, Ahmet Sabrî yê ji PYD-Swîsreyê axivî.

Dema birayê Şehîd Rojbîn Dara axivî, beşdar hestiyar bûn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku di dîroka bi rûmet a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de girêdayîna bi bibîranîna şehîdan cihekî girîng digire.

Piştî sînevîzyona li ser şehîdan, çalakî bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.