Li aqûbeta Kirbayirê winda hate pirsîn

Li Îzmîrê li aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn ê ku ji aliyê leşkerên Tirk hatibû destgîrkirin û piştre êşkence lê hatibû kirin.

Komîsyona Windayan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” vê hefteyê jî çalakiyek li dar xist.

Endam û rêveberên ÎHD’ê çalakiya xwe li ber Sumerbanka berê li dar xistin û pankart vekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn. Kirbayirdi 13’ê îlona 1998’yî dema darbeya leşkerî de hat windakirin û carek din agahî jê nehatibû stendin.

Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli daxuyanî xwend û xwest bila aqûbeta Kirbayir were eşkerekirin û kujer werin darizandin.