Li Antalyayê tundiya li jinê

Li Antalyayê doh êvarê li 2 jinan xistin û ew revandin.

Li tevahiya Tirkiyeyê di çarçoveya tedbîrên dijî vîrûsa koronayê de ji saet 20:00 û pê ve derketina derve qedexe ye. Lê di rewşeke wiha de jî tundiya mêr dewam dike.

Li taxa Guzeloba ya navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê, du kesên nenas li naverastê bi du jinan re nîqaş kirin û piştre lê dan.

Ji axaftinên wan eşkere bû ku yek ji jinan ne ji Tirkiyeyê bû û digot, "Tu çi dike?" Di dîmenê bûyerê de tê dîtin ku her du kesan hewl dan bi zorê jinan li wesayitê siwar bikin. Wê kêliyê jî jinan banga alîkariyê li derdorê dikirin û digotin, "Kes li vir nîne? Cîranno!"

Nayê zanîn ku her du jin bi ku ve birine.