Li Amedê sewqiyata leşkerî

Gelek wesayîtên zirxî û çekên giran ji bajarên Tirkiyeyê bi trênê anîn Amedê. Li vê derê çek li TIR’an hate kirin.

Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan gefên xwe yên li ser Rojava zêde kir, li Amedê sewqiyateke leşkerî hate kirin.

Ji bajarên rojava yên Tirkiyeyê gelek wesayîtên zirxî û çekên giran bi trênê anîn Amedê. Çekên giran bi brandayên hatibûn nixumandin û li gara trênê li TIR’an hate barkirin.

Agahî nehatin stendin gelo TIR wê ber bi sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî ber bi Başûrê Kurdistanê biçin.