Li Amedê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17'an

Li Amedê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17'an

Li Amedê di serdagirtina malan de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17 kesan. Li gel serdagirtina malan bi hinceta "bombe heye" di wesayîtan de lêgerîn hate kirin û ligel di lêgerîna 7 welatiyan de ti tişt nehat dîtin jî 7 welatî hatin binçavkirin.

Hejmara kesên di serdagirtina malê de ya bi hinceta tevlî çalakiyên 6-8'ê cotmehê yên ji bo Kobanê hatin li dar xistin bûn e û têkiliya wan bi kuştina alîgirên Partiya Hur Davayê Yasîn Boru û 3 kesên din heye hatin binçavkirin derket 17 kesan. Hate hînbûn ku di serdagirtina polîsên TEM û polîsên çewîk jî tevlî bûn de 3 zarok jî hene.

Parêzera Endama Baroya Amedê Kezîban Yilmaz diyar kir ku kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Şaxa TEM'ê û Midûriyeta Şaxa Zarokan a Amedê tên girtin û dê duşemiyê derxin dozgeriyê.

Bi îdîaya 'îxbara bombeyê' binçavkirinên keyfî

Li aliyê din li herêma Hala Kevin a navçeya Yenîşehîr ya Amedê polîsan bi hinceta îxbar heye wesayitek dane sekinandin û lêgerîn pêk anîn. Ligel ku di wesayitên de tu tiştek nehate dîtin polîsan 2 birîndarên ji Kobanê yên bi navê Muhammed Alî û Ridvan Salîh û ciwanên bi navê Bakî Ozturk û Mustafa Daya binçavkirin. Ciwanên şevê li midûriyeta polîsan hatin girtin piştî îfadeyan serbest hatin berdan.

Polîsan bi heman îdîayê wesayîta Tarik Arslan, xwişka wî Semra Arslan û hevalê wan Firat Taş jî rawestandin û her sê kes binçavkirin. Hate hînbûn ku ligel di wesayîtê de tu tişt nehate dîtin her sê kes hêj di binçavan de tên girtin.