Li Amedê daxwazên ‘azadî û çareseriyê’ hate kirin

Li Amedê mîtînga HDP’ê ya ‘Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk’ ku bi dirûşme û govendê destpê kir bi axaftinan didome.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi şîara "Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk" li Qada Îstasyonê mîtîngê lidar dixe. Mîtîng bi beşdarbûna hezaran kes bi govend û dirûşmeyan destpê kir û bi axaftinan didome. Bi hezaran kes qada mîtîngê tejî kirine û dirûşmeya ‘Aşitî’ olan dide.

‘TIRKIYE BÊ ÇAREYE’

Di mîtîngê de Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û êrîşa linçê ya li Trabzonê ya li dijî kesên ji Herêma Kurdistan a Federe hatin, şermezar kir. Çifyurek diyarkir ku gelê Kurd li dijî şere û di aştiyê de bi israre.

Çîftyurek wiha domand; “Şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi salan e didome. Ev şer ji bo gelê Kurd astengiyên mezin derxist. Polîtîkayên dagirkerinê yên li dijî Kerkûk, Kobanê û Şengalê didome. Êş û keyfxweşiya me yek e. Serketina Amed, Qamişlo û Roajva ya me ye. Tirkiye bê çare ye wê dîsan vegere maseyê çareseriyê. Li Amedê gotin Kurdistan heye, li Enqereyê gotin tine ye. Ev ne siyaset e, bê siyasetî ye. Em Kurd in hemû gel birayê me ne.”

‘EV ENÎ ENIYA AZADIYÊ YE’

Serokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu kesên li Pirsûs û Qada 5’ê Hezîranê hatibûn qetilkirin bibîr anî û got; “Êdî ji hicreyên herî biçûk jî nikarin krîzê rêve bibin. Desthiltdar faşîzmê bilind dikin û tên. Faşîzm wateya şer e. Temaşe bikin îro Heskîf dişewite, Cûdî dişewite. Êdî tî van bombeyan çi bikî. Şer di keveşopiya te de heye. Nikarin krîzan rêve bibin. Qadan qedexe dikin, girtîgehan tijî dike. Ev enî eniya azadiyê ye. Em ê vê eniyê bibin pêşerojê. Bi teqez em ê pêşerojê biserbikevin, bi teqez yên li berxwe dide ew ê serbikeve, bi teqez ew ê aştî û demokrasî serbikeve.”

‘ME ÇONK NE DANÎ , EM Ê BÎAT NEKIN’

Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got; “Me bedelên mezin da. Bi hezaran zarokên ku bidomînin hene. Bi hezaran hevreyên me ku parastina aştiyê kirin û demokrasî xwestin ji karên xwe bûn, lê ti kesek ji me çonk ne danî û bîat nekir. Em kedkar em destûra bingehîn a demokratîk dixwazin û em ê vê têkoşînê bidomînin.”

Mîtîng bi govenda li ber stranên Çarnewsa Serhet bi çoşek mezin didome.