Li Amed û Îzmîrê malbatan aqûbeta windayan pirs kirin

ÎHD û xizmên windayan li Amed û Îzmîrê bi dirûşa “Bila winda bên dîtin, berpirs bên darezandin” kom bûn û li Amedê aqûbeta Remezan û Hamîde Şarli û Îzmîrê jî aqûbeta Hasan û Huseyîn Sarçaklidir pirsîn.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 445’an de li salona ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Xizmên windayan wekî her hefteyê wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin. Xizmên windayan vê hefteyê çîroka Ramazan û Hamîde Şarli yên di 24'e Kanûna 1993’an de li Gundê Ulusoy ê navçeya Tetwana Bêdlisê hatin binçavkirin û windakirin pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî anî ziman ku 445 heftene legerîna wan a edaletê û ronîkirina bûyerê didome û wiha got: "Heta ku kujerê windayan neyê dîtin û darizandin lêgerîna me ya edaletê wê bidome. Salek e bi hinceta Rewşa Awarte Qada Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû li me hatiye qedexekirin. Salek e çalakî li me hatiye qedexekirin. Em dixwazin bi lezgîn ev bê hiqûqî bi dawî bibe."

Endamê Komîsyona Windayan Hasan Yalçin jî çîroka Ramazan û Hamide Şarli yên li Tetwanê hatin binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin. Dema Razan û Hamîde ji gundê xwe Ulusoy hatin binçavkirin. Li herêmê pevçûn derket û tîmên taybet ên rûpoş operasyon kirin û di operasyonê de bi ser mala Şarli de girtin û Hamide Şarli û Ramazan Şarli binçavkirin. Li nava gund xwişk û bira li panzêrê kirin û binçavzkirin. Piştre ti agahî j wan nehat girtin. Malbate serî li dozgeriya komarê dan. Lê dozger jî piştî lêpirsîna 2 salan der barê dosyayê de biryara bêşowandinê da."

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî di hefteya 395’an de ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya "Bila winda bên dîtin berpirs bên darizandin" li pêş Sumerbanka berê kom bûn û daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê Mizgin Irgat û rêveberên HDP'ê yên Îzmirê ku di nobeta wîcdan û edaletê de bûn jî amade bûn. Malbatan li vir pankarta “Winda diyar in, berpirs li kû ne" berz kirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê Alî Aydin axivî û êrîşên li dijî çalakgerên nobedê şermezar kir. Aydin, piştre çîroka Hasan û Huseyîn Saçaklidir ên di 11'ê Tebaxa 1996'an de hatin windakirin pirsî. Aydin, anî ziman ku di 11'ê Tebaxa 1996'an de maşîna plakeya wê 73 AC 511 birayên Saçaklidir revandin û 18 roj şûnde wesayîta wan li pêş Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê vala hat dîtin. Aydin, diyar kir ku piştî malbatê serî li dozgeriyê dan 4 sal şûnde di derbarê dosayê de biryara bêşopandinê da. Aydin destnîşan kir ku hemû serlêdanên malbatê bê encam man û rayedarên dewletê biryara pêdivî bi şopaninê tune daye.

Parlamentera HDP'ê Mizgin Irgat jî beşdarî çalakiyê bû û êrîşên polîsan ên li dijî nobedaran şermezar kir. Irgat diyar kir ku wê di her şert û mercan de tekoşîna nobed û edalete li vî welatî bidomînin.