Li Şirnexê siyasetmedarek hate girtin

Di nava hefteyê de li Şirnex û navçeyen wê di serdegirtina malan de 23 siyasetmedar hatibûn destgîrkirin. Hinek ji wan derxistin dadgehê û kesek hate girtin.

Di operasyonên li navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Hezex, Silopiya, Qileban û Elkê de hatibûn kirin, 23 siyasetmender hatibûn destgîrkirin. Ji 23 kesên ku hatibûn destgîrkirn 13 kes jê hatin berdan.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sîlopiyayê Kadîr Kunur jî di nav de 7 kes piştî îfadeyê li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê 7 kes sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî 6 kes berdan û Delegeyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ekrem Şavli bi iddaya "Endamê rêxistinê" hat girtin.

Kesên ku hatine berdan navên wan wiha ne: Hevserokê HDP'ê yê navçeya Silopiyayê Kadîr Kunur, Endamê KCD'ê Cemîl Gun, Delegeyê KCD'ê Fîkret Cîn, endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê ku ji kar hatin dûrxistin Elfesya Nas, Yakup Taniş û Dayika Aşitiyê ya Sîlopiya Şemsê Kara.

Her wiha hat ragihandin ku Hevşaredarê berê yê BDP'ê yê Elkê Faîk Dûrsûn ku di nezaretê de ye û nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, testa wî ya Covîd-19'ê pozîtîf derketiye. Tedawiya Dûrsûn a li nexweşxaneyê didome.

Duh jî Hevşaredara Cizîrê Berivan Kutlu jî di nav de 7 siyasetmedar hatibûn berdan.