Li Şengalê, êrîş li bingeha Kurdîtiyê hate kirin
Nûnerên Yekîtiyên Baweriyan ên Kurdistanê gotin, êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an di şexsê Êzidiyan de li dijî bingeha Kurdîtiyê hatiye kirin û ji bo têkoşîneke hevpar bang kirin.
Nûnerên Yekîtiyên Baweriyan ên Kurdistanê gotin, êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an di şexsê Êzidiyan de li dijî bingeha Kurdîtiyê hatiye kirin û ji bo têkoşîneke hevpar bang kirin.
Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek, Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli, Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Bedrana Yildirim, êrîşa DAIŞ'ê şermezar kirin û gotin, divê ev êrîş li dijî bingeha Kurdistan û Kurdîtiyê were dîtin.
'DIVÊ ŞENGAL BIBE XWEDÎ STATUYÊ'
Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgre komkujî şermezar kir û got, "Demeke kurt piştî civaka me ji bo xwedî li axa xwe û nirxên xwe derkeve, di çarçoveya paradîgmaay Rêbe Apo de rêxistinên xwe ava kir. Rêxistinên leşkerî û siyasî ji bo rizgarkirina Şengalê ketin nava liv û tevgerê. Em di roja îro de li Şengalê desthilatdariya ti hêzê naxwazin. Em naxwazin çarenûsa xwe ji wijdanê kesî re bihêlin. Ji ber ku me berdêla giran, me êşa giran a vê yekê di 3'ê Tebaxê de da. Lewma daxwaza me ew e ku li Şengalê xweseriyek hebe ku civaka me karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ev mafê me yê bingehîn e. Di xalên 116, 119 û 125'an ên Destûra Bingehîn a Iraqê de jî derbas dibe. Lewma divê îrade û biryra ciavka Êzidî were naskirin."
'PIŞTGIRIYA ME YA JI BO ÊZIDIYAN WÊ BIDOME'
Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli anî ziman, ku di salvegera êrîşê de êşên civakê ji nû ve zindî bûne û destnîşan kir, ku ew êrîşê careke din şermezar dikin. Tûrhalli anî ziman, ev êrîş li dijî hemû Kurdan hatiye kirin û got, "Di şexsê Êzidiyan de li Şengalê êrîş li bingeha Kurdîtiyê û Kurdistanê hate kirin. Navê vê êrîşê ev e."
Tûrhalli anî ziman, ku bi liv û tevgereke hevpar pêşî li qirkirin û komkujiyan dikare were girtin û got, "Pêwîste hemû partî, cemaet, rêxistin û kesayetên gelê Kurd, cudahiya şexsî, partî, olî, mezhebî û bîrdozî deynin aliyekî û ji bo pêkanîna yekîtî û hevgirtina gelê me, hêzên xwe bikin yek û bi hev re tevbigerin."
Tûrhalli destnîşan kir, ku saziya wan piştgiriya Êzidiyan dike û got, "Em bi hemû heza xwe li Ewropayê alîkariya madî û manewî dikin."
"PÊWÎSTE KOMKUJIYA LI ŞENGALÊ WEKE 'QIRKIRINÊ' BÊ NASKIRIN"
Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Bedrana Yildirim jî komkujiyên di nava dîrokê de li civaka Êzidî hatin kirin bibîr xist û got, "Civaka Êzidî îro bi xeteriya qirkirina çandî û baweriyê re rû bi rû ye. Çawa ku hewl tê dayin cih û warên Elewiyan ji mirovan bên xalîkirin û asîmîlekirin, dixwazin Şengalê jî ji mirovan xalî bikin."
Yildirim destnîşan kir, zîhniyeta ku piştî Komkujiya Dersimê zarokên keç revandin û ji xwe re kirin 'ewlad', li Şengalê jî jin li bazarên koleyan firotin, bi hezaran zarok ji malbat û baweriya wan qut kirin û hewl dan bikin dijminê civaka xwe.
Di dawiya axaftina xwe de Yildirim bang li raya gitşî ya cîhanê kir, ku vê komkujiyê weke 'Qirkirinê' nas bike û ji bo civaka Êzidî ji Şengalê dûr nekeve, ji koka xwe dûr nekeve alîkariya pêwîst bikin.